8
. . . . . . . . . . Nivîsbariya azad Nivîsbariya azad 11 11 Nivîsbariya Azad Armanca sereke ya Nivîsbariya Azad ew e ku bernameyan belaþ bigihîne hemû gelan, her bername bi her zimanî hebe, kod ên wan ji her kesî re vekirî be, da ku her kes bikaribe tiþtekî lê zêde bike. Ji lew re jî bernameyên nivîsbariya azad ji her alî ve azad in. Her kes dikare Nivîsbariyên azad bifiroþe jî, lê ji ber ku jibergirtina wê serbest e, kes zêde pereyan tê nade. Heta niha çend bernameyên Nivîsbariya Azad li kurdî jî hatine wergerandin û di vî warî de komek bi navê Koma PCKurd di sala 2005'an de bi armanca ku van xebatan wergerîne kurdî hate avakirin. Ji bo Nivîsbariya Azad (en:free software) çend krîter hene: Azadiya bikaranina nivîsbariyê ji bo her armancê. Azadiya xwendina çavkaniyên nivîsbariyê (sourcecode). Azadiya zêdekirin û belavkirina nivîsbariyê. Azadiya guherandina nivîsbariyê û weþandina guhartinan. Nivîsbariya azad bi piranî bêmize (bê ucret) ye, lê ne her dem. Lê nivîsbariya bêmize ne her tim azad e. Yek ji avantajên nivîsbariya azad ew e ku bi hêsanî li zimanên din tê wergerandin. Bi zimanên wekî zimanê kurdî bikarhêner dikarin nivîsbariya azad serbixwe werg- erînin û ne girêdayî þirketekê ne. Mînakên ji bo nivîsbariya azad GNU/Linux - sîstema bikaranînê Projeya GNU ji aliyê Richard Stallman hat dan dest pê kirin. Armanca vê projeyê çêkirina sîste- meke bikaranîna kompûteran a azad bû. Berdewamên sîstema GNU îro wek Linux tên bi kar anîn. Ji ber yekê þûna "Linux" "GNU/Lînux" tê gotin. "Gnu" jî navê lawirekê ye, ji ber vê yekê wekî sembola GNU gelek car serê vê heywanê tê bi kar anîn. Lîsansên GPL û Lîsansa Belgekirina Azada GNU (GNU FDL) ji bo projeya GNU hatin nivîsandin. Linux û Wikipedia îro projeyên herî mezin bin vê lîsansan in. Gerokên azad Mozilla Mozilla nivîsbariya ji bo înter- netê ye. Mozilla nivîsbariya azad e û heta niha li kurdî nehatiye wergerandin. Li gor statîstikên sala 2005'an ên der barê gerokan (brows- er)de, li dinyayê textê ku di destê [Internet Explorer]] de ye bi tenê ji aliyê Mozilla ve tê hejandin û hejmara kesên ku wê bi kar tînin bi ser 50 milyon kesî ketiye. Mozilla Firefox Mozilla Firefox an jî bi kurtasî Firefox gerokeke (browser) înter- netê ye. Li gora gerokên din wekî Internet Explorer pir avantajên Firefoxê hene: Bi lêztir e û ewlekariya wê zêdetir e. Li hember reklam û vîrûsan pir baþ diparêze. Firefox nivîsbariya azad e û niha li kurdî tê wergerandin. Mozilla Thunderbird Bernameya e-peyaman Mozilla Thunderbird (bi kurtasî: Thunderbird) bernameyek ji bo e- peyaman (e-mail) e. Hêj li kurdî nehatiye weþan lê di sala 2006'an de ew jî dê ji aliyê navenda komputerg- eriya kurdî Karger ve bête wergerandin. Niha gelek bername hene ku mirov dikare bi riya wan bernameyan e-peyamên xwe biþîne û e-peyamên ji mirov re hatine jî bixwîne. Hin ji wan tên kirîn, hin jî belaþ in. Taybetiya Thunderbird ew e, ku çavkaniya wê azad e, serbest e û ji herkesî re vekirî ye. Yanî heke te nivîsbarî û bernamenûsî xwendibe, tu dikarî vê bernameyê çêtir bi pêþ de bixî. Wekî din: PHP-Nuke - programa sazkirina malperan MySQL - database MediaWiki - nivîsbariya ji bo Wikipedia GIMP - programa wêneyê OpenOffice.org - programên ofîsê KDE û Gnome - programên ser- masê (desktop environments) Apache - programa pêþkêþkeran FileZilla - bernameya FTP WinSCP - bernameya SFTP Gaim - bernameya suhbetê. Abiword - bernameya nivîsandinê. Sîstema Microsoft Windows bi xwe ne azad e, lê ji bo Microsoft Windows jî gelek nivîsbariyên azad hene.Azadiya nivîsbariya azad bi lîsansan weki Lîsansa giþtiya GNU tê parastin. Ev wêneyê ga îro wekî sembola GNU tê naskirin. Ew jî ji nivîsbariya azad e. Nivîsbariya azad ji bo gelên pêþketî îro bûye çavkaniyeke girîng. Mozilla Sunbird Firefox Xwendevanên nivîsbarî û bernamenûsiyê! Werin em bi hev re rojeke nû ava bikin. Komeleya Lêkolîn û Pêþxistina Çand û Ziman | Karger www.karger.com.tr

1. sayı 2 - ferheng.org · Danasîn 5 Linux Ubuntu [email protected] Amed Ç. Jiyan Linux ku dendikeke pergala xe-bitandinê ya ji bo komputeran e, nivîsbariyeke azad e û kodên

  • Upload
    others

  • View
    3

  • Download
    0

Embed Size (px)

Citation preview

Page 1: 1. sayı 2 - ferheng.org · Danasîn 5 Linux Ubuntu amed@pckurd.net Amed Ç. Jiyan Linux ku dendikeke pergala xe-bitandinê ya ji bo komputeran e, nivîsbariyeke azad e û kodên

.......... Nivîsbariya azadNivîsbariya azad 1111

Nivîsbariya AzadArmanca sereke ya Nivîsbariya

Azad ew e ku bernameyan belaþbigihîne hemû gelan, her bernamebi her zimanî hebe, kod ên wan ji herkesî re vekirî be, da ku her kesbikaribe tiþtekî lê zêde bike. Ji lewre jî bernameyên nivîsbariya azad jiher alî ve azad in.

Her kes dikare Nivîsbariyên azadbifiroþe jî, lê ji ber ku jibergirtina wêserbest e, kes zêde pereyan tê nade.

Heta niha çend bernameyênNivîsbariya Azad li kurdî jî hatinewergerandin û di vî warî de komekbi navê Koma PCKurd di sala2005'an de bi armanca ku vanxebatan wergerîne kurdî hateavakirin.

Ji bo Nivîsbariya Azad (en:freesoftware) çend krîter hene:

Azadiya bikaranina nivîsbariyê jibo her armancê.

Azadiya xwendina çavkaniyênnivîsbariyê (sourcecode).

Azadiya zêdekirin û belavkirinanivîsbariyê.

Azadiya guherandina nivîsbariyêû weþandina guhartinan.

Nivîsbariya azad bi piranî bêmize(bê ucret) ye, lê ne her dem. Lênivîsbariya bêmize ne her tim azade.

Yek ji avantajên nivîsbariya azadew e ku bi hêsanî li zimanên din têwergerandin. Bi zimanên wekîzimanê kurdî bikarhêner dikarinnivîsbariya azad serbixwe werg-erînin û ne girêdayî þirketekê ne.

Mînakên ji bo nivîsbariya azadGNU/Linux - sîstema bikaranînêProjeya GNU ji aliyê Richard

Stallman hat dan dest pê kirin.Armanca vê projeyê çêkirina sîste-meke bikaranîna kompûteran aazad bû. Berdewamên sîstema GNUîro wek Linux tên bi kar anîn. Ji bervê yekê þûna "Linux" jî"GNU/Lînux" tê gotin.

"Gnu" jî navê lawirekê ye, ji bervê yekê wekî sembola GNU gelekcar serê vê heywanê tê bi kar anîn.

Lîsansên GPL û LîsansaBelgekirina Azada GNU (GNUFDL) ji bo projeya GNU hatin

nivîsandin. Linux û Wikipedia îroprojeyên herî mezin bin vê lîsansanin.

Gerokên azad

MMoozziillllaa Mozilla nivîsbariya ji bo înter-

netê ye. Mozilla nivîsbariya azad e ûheta niha li kurdî nehatiyewergerandin. Li gor statîstikên sala2005'an ên der barê gerokan (brows-er)de, li dinyayê textê ku di destê[Internet Explorer]] de ye bitenê ji aliyê Mozilla ve têhejandin û hejmara kesên ku wêbi kar tînin bi ser 50 milyon kesîketiye.

MMoozziillllaa FFiirreeffooxxMozilla Firefox an jî bi kurtasî

Firefox gerokeke (browser) înter-netê ye. Li gora gerokên din wekîInternet Explorer pir avantajênFirefoxê hene: Bi lêztir e ûewlekariya wê zêdetir e. Li hemberreklam û vîrûsan pir baþ diparêze.

Firefox nivîsbariya azad e û nihali kurdî tê wergerandin.

MMoozziillllaa TThhuunnddeerrbbiirrddBernameya e-peyamanMozilla Thunderbird (bi kurtasî:

Thunderbird) bernameyek ji bo e-peyaman (e-mail) e. Hêj li kurdînehatiye weþan lê di sala 2006'an deew jî dê ji aliyê navenda komputerg-eriya kurdî Karger ve bêtewergerandin.

Niha gelek bername hene kumirov dikare bi riya wanbernameyan e-peyamên xwe biþîneû e-peyamên ji mirov re hatine jîbixwîne. Hin ji wan tên kirîn, hin jîbelaþ in. Taybetiya Thunderbird ew

e, ku çavkaniya wê azad e, serbest eû ji herkesî re vekirî ye. Yanî hekete nivîsbarî û bernamenûsîxwendibe, tu dikarî vê bernameyêçêtir bi pêþ de bixî.

WWeekkîî ddiinn::PHP-Nuke - programa sazkirina

malperanMySQL - databaseMediaWiki - nivîsbariya ji bo

WikipediaGIMP - programa wêneyêOpenOffice.org - programên

ofîsêKDE û Gnome - programên ser-

masê (desktop environments)Apache - programa pêþkêþkeranFileZilla - bernameya FTPWinSCP - bernameya SFTPGaim - bernameya suhbetê.Abiword - bernameya nivîsandinê.

Sîstema Microsoft Windows bixwe ne azad e, lê ji bo MicrosoftWindows jî gelek nivîsbariyên azadhene.Azadiya nivîsbariya azad bilîsansan weki Lîsansa giþtiya GNUtê parastin.

Ev wêneyê ga îro wekî sembola GNU tê naskirin. Ew jî ji nivîsbariya azad e.Nivîsbariya azad ji bo gelên pêþketî îro bûye çavkaniyeke girîng.

Mozilla

Sunbird

Firefox

Xwendevanên nivîsbarî û bernamenûsiyê!Werin em bi hev re rojeke nû ava bikin.

Komeleya Lêkolîn û Pêþxistina Çand û Ziman | Karger www.karger.com.tr

Page 2: 1. sayı 2 - ferheng.org · Danasîn 5 Linux Ubuntu amed@pckurd.net Amed Ç. Jiyan Linux ku dendikeke pergala xe-bitandinê ya ji bo komputeran e, nivîsbariyeke azad e û kodên

.......... DanasînDanasîn 55

Linux Ubuntu

[email protected]

Amed Ç. Jiyan

Linux ku dendikeke pergala xe-bitandinê ya ji bo komputeran e,nivîsbariyeke azad e û kodên wêvekirîne. Çêkirina Linuxê di sala1991'ê de, ji hêla Linus TorvaldsêFînlandî ve, dema ku li ZanîngehaHelsinki li ser endezyariyê perwer-dehî ditît, hatiye destpêkirin. Piþtîku Linus Torvalds çêkirina Linuxêda destpêkirin, li ser înternetê da-nezanekê weþand û li dû vê dane-zanê ji tevahiya cîhanê, bi piþtgiri-ya gelek bernamesazan bi lez û bezpêþ ket û hê jî bi heman awayê pêþ-ketina xwe didomîne. Di demekekin de, bernameyên azad ku ji boGNU hatibûn amadekirin, ji bo kudi dendikê Linuxê de jî bixebitin, jinû ve hatin sazkirin û pergalekexebitandinê ku bihêz û vezgir der-kete holê.

Piþtî vê hevkariyê, ev pergalaxebitandinê, wekî GNU/Linux ha-te binavkirin lê ji berk u bilêvkiri-na LinuxÊ hêsantir e, nav wekî Li-nux ma.

BBeellaavvkkiirriinnaa GGNNUU//LLiinnuuxxNiha, gelek xebatên ku nivîsba-

riyên GNU û nivîsbariyên din ênazad tînin cem hev û van bi dendi-keke Linuxê, biawayekî sererast-

bûyî belav dikin hene.Debian, Fedora, Gentoo,

Mandriva, Pardus, Redhat,Slackware, SuSE û Ubuntu, tenêçend hebek ji wan ku zêde tên na-sîn in. Hemû, bi awayekî ku hemûbikarhênerên komputeran dikarinbi awayekî hêsan saz bikin, tên be-lavkirin. Ev nivîsbarî, arþîvên ni-vîsbariyê yên endezyariyên kom-puteran û ji malperên ku belavkiri-na van nivîsbariyan dikin, peydadibin.

SSaazziiyyêênn KKuu PPiiþþttggiirrîî DDiiddiinnêêNiha, nêzî tevahiya navendên

agahî û kiryariyan ên zanîngehanû dezgehên wekî NASA, IBM, HP,Boeing, HSBC, SonyEricsson, No-kia, Siemens, Samsung, GeneralMotors, Hyundai, Oracle, EToysLinuxê bikartînin î bi awayekîpiþtgiriyê didinê.

Linuxên Ku Li Kurdî HatineWergerandin

Xebatên wergerandina Linuxêji bo zimanê kurdî, ji hêla KomaPC Kurdê ( www.pckurd.net ) vetên meþandin û bi taybetî keda Ab-dullah Ulaþ, Amed Ç. Jiyan, ErdalRonahî, Kadir Dilsiz, Rêzan Tov-jîn û Rizoyê Xerzî tê de heye.

Hemû kesên ku dixwazin tevli

vê xebatê bibin, dikarin bi malperahttp://ferheng.org/linux/linux.htmlan jî www.pckurd.net ê re bikevintêkiliyê.

Mandriva (an jî Mandrake)

UUbbuunnttuuUBUNTUUbuntu di zimanê Efrîkaya Ba-

þur de tê wateya "ez, ji ber ku tu tuyî, ez im". Sazkirina Ubuntuyê ge-lek hêsan e. Ubuntu Debianê jixwe re wekî bingeh distîne û xeba-tên wê ji aliyê Canonical Ltd. vetên meþandin. Ubuntu, her 6 me-han carekê, guhertoyeke nû derdi-xe û 18 mehan piþtgiriyê dide gu-hertoyan.

Ubuntu, bi sazbûna xwe ya hê-san, ji SuSe Linux, Mandrake Li-nux û Fedora Coreyê çêtir tê hesi-bandin. (Sazkirina wê tenê tikan-dina "enter"ê ye.)

Piþtî sazkirinê heke ji malperahttp://www.ubuntuguide.org ê bêþopandin; hemû bernameyên ku bibingeha Javayê dixebitin, taybeti-yên Mozilla Firefoxê yên wekî te-maþekirina videoyên bi codecênWindows Media, bernameyên p2pyên wekî limewire û emule dê pey-da bibin.

Guhertoya Ubuntuyê ya 4.10

Ubuntu bi kurdî derket. Mirov dikare ji malpera wê belaþ daxe û saz bike. Di Avrêla sala 2006’an de bi dê kurdiyawê nûtir û xirtir bibe. Koma Pc Kurd hîn li ser gelek xebatên bi vî rengî dixebitin.

Wekî di wêne de jî tê dîtin her tiþt li kurdî nehatiye wergerandin. Her rojhejmara kurdên ku ji vî karî fam dikin zêdetir dibe û kar çêtir dimeþe.

Page 3: 1. sayı 2 - ferheng.org · Danasîn 5 Linux Ubuntu amed@pckurd.net Amed Ç. Jiyan Linux ku dendikeke pergala xe-bitandinê ya ji bo komputeran e, nivîsbariyeke azad e û kodên

.......... DanasînDanasîn 666

Warty bi 2.8.0 Gnome û 1.1.2 Ope-nofficeyê tê. Taybetiyeke din aUbuntuyê ew e ku Ubuntu ji bo ka-merayên digital automount bikar tî-ne û piraniya kamerayên digital de-ma ku bi komputerê ve bên girêdan,li ser masê diska xwe didin nîþandanû ji bo xebatê amade ne.

Ji ber ku Ubuntu, hemû taybeti-yên Microsoft Windowsê (yên baþ) lidû sazkirineke ku 20-30 deqîqe demdigire, tîne berdestan, di demeke kinde kete nava Linuxên herî navdar.

Ji ber ku Ubuntu wekî pergalapakêtan APT'eya (Advanced Packa-

ge Tool) Debianê bikartîne, piþtî fi-rehkirina repertuarê ji bo bikaranî-na nêzî 150 hezar bernameyan des-tûrê dide. Ji malpera Ubuntuyê yafermî cdyên sazkirin (install) û zindî(live) bê pere û bê sînor tên belavki-rin û heya ber deriyê we ji we re tên.

Rûpela daxistinê Ubuntu (herdem guhertoya herî dawî)

" h t t p : / / w w w . u b u n -tu.com/download/

CD ya sazkirinê / Install CD" Ji bo Pentium û AMD32:ISO: http://releases.ubun-

tu.com/5.10/ubuntu-5.10-install-

i386.isoTorrent: http://releases.ubun-

tu.com/5.10/ubuntu-5.10-install-i386.iso.torrent

" Ji bo AMD64: http://relea-ses.ubuntu.com/5.10/ubuntu-5.10-install-amd64.iso

CD ya zindî / Live CD" Ji bo Pentium û AMD32ISO: http://releases.ubun-

tu.com/5.10/ubuntu-5.10-live-i386Torrent: http://releases.ubun-

tu.com/5.10/ubuntu-5.10-live-i386.iso.torrent

" Ji bo AMD64: http://relea-

ses.ubuntu.com/5.10/ubuntu-5.10-li-ve-amd64.iso

Girêdana ji bo pirs û bersîvên diderheqê Ubuntuya Kurdî de :h t t p s : / / w i k i . u b u n -tu.com/Pirs%c3%bbBersiv

Çavkanî:1) ht tp : / /www.ku.wik ipe -

dia.org2) http://ferheng.org/linux/li-

nux.html3) http://www.tr.wikipedia.orgAmed Çeko Jiyan amed@pck-

urd.net, http://www.pckurd.net,http://www.hemdem.com

Bi taybetî di warê xebatên kurdî deÞaredariya Sûrê bal kiþand. Carayekem îsal li Tirkiyeyê we PêþbaziyaÇîrokên Zarokan bi kurdî û tirkîçêkir. Ev ji bo kurdî yekemîn car bû.Tevî hemû kêmasiyan jî yekemîn bû ûdê ji bo pêþerojê bibe bingehek. Herwiha niha bi weþana Kovara PcKurdre derket holê ku xebatên we bi qasîsalekê ye der barê komputerê de jîhene û gelek bername li kurdî û tirkîhatine wergerandin. Lê ji bo kurdî evjî yekemîn e. Gelo we çima edebiyatazarokan û komputer hilbijart?

A. Demirbaþ: Li gor baweriyamin zarok bingeha ziman in.Zimanê teknolojiyê jî her wihabeþeke girîng a pêþketina ziman e.Em wekî Þaredariya Sûrê, ji xwe rebingeha Ji Bo ÞaredariyanPirzimanî datînin. Li ser vê bingehêem bawer dikin ku divê bi zimanênheyî xebat werin kirin. Di her warîde. Ne tenê edebiyata zarokan ûkomputer. Lê ev herdu beþ gelekîgirîng in.

Ji bo pêþxistina edebiyatazarokan em Kovara Þemamokderdixin. Bi baweriya min ne girînge ku yekemîn e, an na. Lê destpêk e.Çima em dibêjin destpêk e? Yanî em

dibêjin îdiaya me ne ew e ku em jiher kesî çêtir çêdikin. Na! Em jitunebûnê çêdikin. Ji ber ku tune ye,em vê xebatê dikin. Lê dîsa jîÞemamok bi kalîteya xwe balaherkesî kiþand. Ez bawer dikim dêdi dîroka edebiyata zarokan de jîcihekî girîng bigire.

Lê di warê komputergeriyê dene wisa ye. Ew organîzasyonekegirantir e. Ne karê me ye jî. Lêdestek bi qasî ku ji destê me tê, têkirin. Karger di vî warî de saziyekefermî ye, li gor vê yekê hatiyeavakirin û karê wê ev e. Em jîdixwazin di vî warî de xebata wêdestek bikin. Lewre kesên ji vî karîfam dikin tê de hene û ew xebataxwe bi vî rengî dimeþînin.

Çima Nivîsbariya AzadA. Demirbaþ: Li Ewropayê

Nivîsbariya Azad gelekî têdestekirin. Ew wekî pêþeroja xwedibînin. Li Tirkiyeyê bi piranîsaziyên fermî û ne fermî hemû jîbernameyên ne azad dikirin. Lidinyayê hejmara mirovên kupereyan didin karên wiha her diçehindiktir dibe. Li Tirkiyeyê ev sek-tor xurt e. Lê niha cara yekem e kuem wekî þaredarî destekê didinNivîsbariya Azad. Desteke ma ev e,gotin e, em dixwazin NivîsbariyaAzad ji aliyê kurdan ve û mirovênherêmê ve were nasîn û bikaranîn.

Li dinyayê hejmara dewletên kuNivîsbariya Azad bi kar tînin herdiçe zêdetir dibe. Li Tirkiyeyê jî dêev yek bibe. Lê zû, an jî dereng, ewnayê zanîn.

Di Warê xebatên din ên çand ûhunerî de hûn niha li ser kîjan pro-jeyan dixebitin?

A. Demirbaþ: Ji serî ve em hewl

didin ku nava Sûrê bikinMuzexaneyeke Vekirî. Ev karê salane. Karekî giran e. Aboriyeke mezin,destekeke mezin jê re divê. Lê hekepêk were, dê Diyarbekir bibe naven-da turizmê. Bifikirin kuMuzexaneyek heye ku dora wê biSûrên dîrokî hatiye girtin, dihundirê wê de bi dehan xaniyêndîrokî hene, kuçeyên dîrokî, dêr,sînegog, mizgeft, rê, fayton û hwd.Dê mirov bi saetan di hundirê vêMuzeyê de bigerin, dê bi rojan tê debigerin.

Heke em ne li Tirkiyeyê bûna,heke em li dereke din a dinyayêbûna, dê ji zû ve ev MuzexaneyaVekirî ava bûbûna. Em çûn û me liÎspanyayê dît. Wan çêkiriye. Salê 3milyon tûrist diçin bajarê wan û li wîbajarê dîrokî digerin.

Li ber çavên me jî Diyarbekirheye, qedîm e, dîrokî ye. Lê çi heyfku her roj bêhtir xira dibe, bê xwedîye. Ku em dîrokiya vî bajarî bingehbigirin, dê aboriya mirovên vî bajarî

jî baþtir bibe. Lê bala min dikiþîneku mirov li pey projeyên rojane ne.Ji bo pêþerojeke dûr dema mirovdiaxive zêde bal nakiþîne. Kesnaxwaze li ser projeyek ji bo 10 salênpêþde tiþtekî bike. Ev divê wererexnekirin. Ev 2 sal in em vê gav bigav pêk tînin û ez hêvîdar im ku emêbi ser bikevin. Em hemû tên û diçin,lê divê ev bajarê dîrokî bijî.

Hate gotin ku îsal PêþbaziyaÇîrokên Zarokan çênabe. Ev yek bixemgînî hate pêþwazîkirin. Gelo rast e?

A. Demirbaþ: Rast e. Lê biryarne biryara me ye. Biryara gel e. Hekegelê Diyarbekirê, derûdorên edebiy-atê bixwazin ev yek bidome û serî lime bidin, hêj ne dereng e. Mirovdikare jûriyekê dîsa ji bo îsal hilbi-jêre û dest bi xebata wê bike. Ev ligor daxwaza gel e.

Lê heke daxwazeke bi vî rengîtune be, em dixwazin îsal pêþbaziyaxwe dîsa ji bo zarokan, lê di warêçand û hunerê de pêk bînin. Wekîwêne, xebatên hunerî û hwd.

.......... Divê em

bingehan daynin

Page 4: 1. sayı 2 - ferheng.org · Danasîn 5 Linux Ubuntu amed@pckurd.net Amed Ç. Jiyan Linux ku dendikeke pergala xe-bitandinê ya ji bo komputeran e, nivîsbariyeke azad e û kodên

.......... Malpersazî 1010

PHP Nuke nas bikePHP-Nuke nivîsbariyeke

azad ji bo cêkirina siteyênînternetê ye.

Îro di internet de sîstemaPHP-Nuke zûtirîn di navmalperan de tê bikaranîn. Evsîstem bixwe serbest têbelavkirin. Bi yek pakêtekêhatiye pêþkêþkirin.

Xwediyê sîstema PHP-Nukemalpera phpnuke.org e. Ji wirew tê belavkirin û nûkirin.Guhertoyên (versiyon) nû dembi dem têne belavkirin.Nivîsbariya azad e, lê ne belaþe. Guhertoyên nû bi 10 dolarantên firotin.

PHP-Nuke bixwe sîstemekserbixwe ye. Ew bi MySQLdixebite û bi PHP-MyAdmin têamadekirin. MySQL bixwetenê li pêþkêþkerê (server) têbicîhkirin, jixwe amadekarêpêþkêþkerê MySQL pêþî bixwe-ber bi cih dike. PHP-MyAdmin ji bokontrolkirina naveroka sîstemamalperê ye. PHP-Nuke tenê bixwesîstem e, tê de nivîs û pel nayênparastin. Naveroka malperê angosîstemê di pela SQL de li ser PHP-MyAdmin tê parastin û nivîsandin.Emê bêhtir li cihekî din li serMySQL û PHP-MyAdmin bisekinin.

PHP-Nuke bixwe bi pakêtek yek-girtî tê belavkirin, lê pakêtên din jîhene. Ew jî li ser bingeha zimanêPHP'ê hatine nivîsandin, lê xweserin û tiþtên cûda pêþkêþ dikin. Lialiyekî din jî, ji bo PHP-Nuke, tu çibixwazî pêve bikî, dîsa tu dikarî bidest bixî. Me pêþî got, PHP-Nukebixwe sîstema bingehîn e, lê ji bo wêsîstemê bêhtir "pakêtên" din hene.Mînak, di PHP-Nuke de forumekbîngehîn heye, lê e-kart tê de nîn e.Tu dikarî e kartê pêve bikî.

PPHHPP-NNuukkee ççii ppêêþþkkêêþþ ddiikkee??Ne derew e, mirov bibêje: "tu çi

bixwazî pêþkêþ dike." Tenê tubizanibe lê bigere û bibîne. Îro PHP-Nuke bêhtir ji bo forum, panel, por-tal û malperên nûçeyan tê xebi-tandin. Di PHP-Nuke dexwenûkirin (Register) heye. Tudikarî bibî endamê malperê û tu dibîxwediyê beþa xwe.

Çend mînak li ser hebûn ûnebûnên PHP-Nuke: Nûçeþandin,Nûçenivîsandin, Beþa Nivîskaran,Beþa Dokûmentan, Beþa Endaman,Arþîv, Beþa Grêdanan, BeþaPrograman, Lêgerîn hwd...

SSQQLL IINNJJEECCTTIIOONNSS:: VVee nniivviissêê bbii

ddiiqqaatt bbiixxwwiinnee!!Di PHPNuke de gelek sql injec-

tions (kêmasiyên ewlekariyê) hatindîtin, xiraker (hacker) bi vî rengîgelek caran malperên kurdî xirakirin, pirsgirêk ji "mainfile.php" û jimodula "WebLink" ê derketiye, ji bowê, ku hûn bi PHP Nuke bixebitin ûmalpera we bi PHP Nuke hatibeçêkirin, jibîr mekin! Herdem guher-toya xwe nû bikin, ji http://php-nuke.org ê.

PPHHPP-NNuukkee jjii bbooBBiikkaarrhhêênneerraann//EEnnddaammaann

Di PHP-Nuke de servîsek jibo endamiyê heye. Her kesdikare xwe bi e-peyama xwe têde tomar (qeyd) bike. Tu dibîendamekî tomarkirî û tu dikarîdi malperê de kar bikî. Wekîbikarhênerekî/ê, tu dikarî diforuman da bi navê xwebinivîsî, li ser nûçeyan nêrînaxwe binivîsî û dengê xwe bidî.Li aliyekî din jî, tu dikarî biendamên din re serbest mijûlbibî, peyaman (mesaj) binivîsî ûpê re "sohbet" jî bikî.

PPHHPP-NNuukkee jjii bbooBBiirrêêvveebbeerraann//XXwweeddîî

Xwediyê malperê dikarepergalê (sîstem) her roj nû bike,nûçeþandin jixwe ji ser malperêdibe. Wênepêvekirin dîsa jiFTP'ê jî dibe û li ser malperê jîrê ji bo þandinê heye, bi tenê, livir hinek "Script" pêwist in, ewjî jixwe serbest di Înternetê detêne belavkirin. Xwediyê

malperê dikare malpera xwe bêtirs jiêrîþkaran jî biparêze, her roj û herhefte "BackUp" ava bike û naverokamalpera xwe veþêre. Birêvebirinamalperê di destê "te" de ye, lê tudikarî hevalan jî tevlî karê xwe bikî.

PPHHPP-NNuukkee ""MMoodduulleess && BBlloocckkss""Pergala pakêta PHP-Nuke ji du

aliyên taybet ve hatiye avakirin. Yek,modul in ango servîsên malperê neû yek jî stûn (block), ev jî li ser

malperê wan servîsan rava dike.Modûl bixwe nayên dîtin, lê blok lialiyê çep û rastê têne xuyakirin.Modûlên malperê jixwe sîstemamalperê ne, lê belê, blok tenê jixwegirêdayî modulan e, tenê modulanpêþkêþ dikin modulan e.

Mînak: /modules/Your_AccountEv modulek e û ji bo beþa endamane. Jixwe cihê bikarhêner e jî.

Mînak: blocks/block-Login.phpEv dibe stûnek. Ev bixwe li sermalperê cihekî rava dike, ji wir tudikarî xwe di malperê da tomar bikîbikî yan jî bi navê xwe têkevîmalperê.

ZZiimmaannêê KKuurrddîî ûû PPHHPP-NNuukkeePHP-Nuke bixwe bi zimanê

îngilîzî hatiye pêþkêþkirin. Lê tê deniha wekî zimanên din kurdî jî heye.Pakêta zimanê kurdî tenê ji bosîstema bingehîn hatiye amadekirin.Jixwe, ev sîstema pêþî ye, bêhtir tumodul û stûnan pêve bike, jixwe jibo wan rûpelên ziman cuda têavakirin. Niha pakêta zimanê kurdîji bo sîstema PHP-Nuke heye û tê deji bo forumê phpBB2 jî heye. Herdubi hev hatine girêdan.

AAllîîkkaarrîî::E-pirtûkek li ser PHP-Nuke bi

kurdî heye û mirov dikare ji malperapckurd.net daxe. Her wiha mirov

EEEEE

Ferhenga Komputergeriyê..........Di vê serdema ku em tê de ne,

hemû pêþketinên gelan li gorî pêþ-ketinên teknolojîk tên pîvan. Wekîtê zanîn ; teknolojî dereng hat wela-tê me. Ciwanên ku niha temenêwan di navbera 20 û 25'an de ye, ro-ja ku yekem car elektrîk, televizyon,sarinc û tiþtên ku têkildarî elektrîkêne hatin mal, gund an jî bajarênwan bibîr tînin. Roja ku cara yekemelektrîk hate welatê me, li hin wela-tan weþanên televizyonan xwe gi-handibûn heya nava malên gundan.Gelo di roja îro de, li Ewropayêçend kes yekem weþana televizyonêa li bajarê xwe bibîr tîne?

Îro teknolojî wxe di nava peyvaînternetê de veþartiye. Pêþketinêngelan xwe ji pêþketinên di hêla tek-nolojiyê de didine xuya kirin. Pêþ-ketina teknolojiyê jî bi pêþketina în-ternetê ve girêdayî ye.Em di pêva-joyeke gelek girîn de ne. Her çiqas jîelektrîk û teknolojî dereng gihabe

me, di roja îro de em neçar in ku -wekî hemû gelan- sûdê jê wergirin.

Bi rastî; gelê me bi awayekîgerm bi înternetê re têkildar e. Liser înternetê bêherjmar malperênkurdan hene, lê hezar mixabin, he-mû bi zimanên biyan in.

Tiþtê ku divê bê kirin ew e kuînetnet, bi hemû awayên xwe ve likurdî bê wergerandin. Dema ev bêkirin divê bi awayekî baþ li ser bê ra-westin û wergerên ku tên kirin divêli gorî standardekê bin. Ji bo vê yekêjî, divê haya kesên ku bi vî karî re tê-kildar in ji hev û din hebe û werge-rên xwe li dû nîxaþan bikin. Ji bo vêyekê ez çêkirina ferhengekê pêþni-yar dikim. Dixwazim ku hemû pey-vên ku di wergeran de diborin, di be-þa "Ferhenga Komputergeriyê" dehem bi awayên xwe yên orjînal hemjî bi kurdî bên nivîsandin. Kesên kuhez dikin dikarin tirkî, almanî, fran-sizî an jî bi zimanekî din jî binivîse.

Page 5: 1. sayı 2 - ferheng.org · Danasîn 5 Linux Ubuntu amed@pckurd.net Amed Ç. Jiyan Linux ku dendikeke pergala xe-bitandinê ya ji bo komputeran e, nivîsbariyeke azad e û kodên

.......... DanasînDanasîn 99

[email protected]

Rizoyê Xerzî

Em bawer in piraniya kurdanInternet Explorer bi kar tînin. Jiber vê yekê jî danasîna Opera dê jibo bikarhênerên kurdan balkêþ be.Lê li ber destê me heta vê rojê wekîgerok (browser) bi tenê Operaheye. Hem bi kurdî ye, hem jî belaþdikare bi dest bikeve. Lê ne nivîs-bariya azad e.

Cara yekem Opera 7.53 bikurdî derket. Ew bi desteka roj-nameya Azadiya Welat ve ji aliyêRêzan Tovjîn ve hatibûwergerandin. Di tîrmeha 2004'ande bi kurdî hate weþan. Wê demêbernameyek bi vî rengî berfireh, bitîpên latînî û kurdî tune bû. Ji bervê yekê mirov dikare bêje carayekem kurdî bi riya Operayê hateceribandin.

Opera wekî Internet Explorer,Mozilla û Mozilla Firefox gerokek(browser) ji bo înternetê ye.Taybetiya Opera biçûkbûn û lez e.Lê her wiha ji aliyê ewlekariyê veîro li dinyayê bala bikarhênerandikiþîne. Hêjayî gotinê ye ku mirovbêje, tevî ku ewlekariya wê gelekîbaþ e jî, li dinyayê ji InternetExplorer û Firefox hindiktir têbikaranîn.

Internet Explorer jixwe di herkomputera ku Windows tê de hat-ibe barkirin de heye. Ji ber vê jîzêdebûna bikarhênerên wê normale. Firefox jî, ji ber ku belaþ e, zûdixebite, ewlekariya wê jî baþ e, pirtê xebitandin. Lê Opera bi 39dolaran tê firotin û di nav tu sîste-man de nîn e. Divê mirov bixwe jiînternetê daxîne û bi kar bîne.

Di operayê de, dema tu dikevîmalperan, paceyên vekirî li jêrxuya nakin, ew li jor dibin rêz. Tudikarî hemûyan bi hev re jî bigirî,tu dikarî yek bi yek jî bigirî. Herwiha tu dikarî darikê amûran bihêsanî li gor xwe amade bikî. Wekîdi wêne de xuya dike me li gor dilêxwe darikê amûran ava kiriye. Herkes dikare bi hêsanî li gor xweamade bike.

Dema mirov bi miþkê çû serdarikê amûran û bi biþkojka rastêtikand, pêþeke kurdî vedibe.Malpera ku tu dixwazî navê wê herdem li wir bimîne û kengî te tikanddemildest vebe, li wir deyne. Heketu bêjî Ji Darikê Amûran Rake dêew malper ji wir rabe. Heke texwest tu yeke din daynî wir, hingêmalpera te divê veke û bi miþkêpaceya wê bigire û bibe cihê te divêli wir were bicihkirin. Evqas hêsane.

Dema te xwest tu wêneyekî jimalperekê bigirî, hingê here serwêne û biþkojka rastê ya miþkbitikîne. Pêþekek vedibe, li wirWêne Tomar Bike bitikîne.

BBiijjaarreeBi zimanên ewropî favorite.

Yanî malperên ku tu pir vedikî, anjî jê hez dikî. An jî malpereke ku tuditirsî tu navê wê ji bîr bikî. Bijareji bo vê yekê ye. Malpera ku tevekir têxe nav bijareyan. Êdî ew liber destê te ye.

Mirov dikare bijareyan li gordilê xwe dûre dîsa serast bike.Biþkojka ratê bitikîne û bêjeBijareyan Serast Bike. Pacyeke nûvedibe. Jixwe her tiþt bi kurdî ye ûtu dikarî bi hêsanî li gor dilê xweamade bikî.

Opera heta niha wekî sazkirin(Install) bi kurdî nîn e. Bi tenêguhertoyên (versiyon) kevin jialiyê Kadir Dilsiz ve hatibûavakirin. Lê guhertoyên nû wekîsazkirin nîn e.

Hûn dikarin niha Opera 8.5 bikurdî ji malpera pckurd.net bidest bixin:

1- Here malpera opera.com ûbernameyê daxe, saz bike. Ew biîngilîzî ye.

2-Dûre ji pckurd.net ji beþadax-istinê dosiya zimanê kurdî jî boOpera 8.5 daxe

3-Dosiya ziman têxe hundir C:Program Files/Opera

4-Niha Opera veke û ji nav

pêþekê (menu) Tools'ê veke, di wirde jî Preference veke. Di paceyaPreference de Deails bitikîne ûdosiya zimanê kurdî ya di hundirêC'yê de nîþan bide.

5- Li wir lîsteya hemû zimananheye, kurdish hilbijêre.

6- OK bitikîne.

Niha hûn dikarin vê bernameyêêdî bi her awayî bi kurdî bi karbînin.

Ji bo alîkariya teknîk dimalpera pckurd.net de têkevinbeþa forumê û pirsgirêka xwebinivîsin.

Opera bi ewlekariyaxwe bal dikiþîne

Page 6: 1. sayı 2 - ferheng.org · Danasîn 5 Linux Ubuntu amed@pckurd.net Amed Ç. Jiyan Linux ku dendikeke pergala xe-bitandinê ya ji bo komputeran e, nivîsbariyeke azad e û kodên

7

Page 7: 1. sayı 2 - ferheng.org · Danasîn 5 Linux Ubuntu amed@pckurd.net Amed Ç. Jiyan Linux ku dendikeke pergala xe-bitandinê ya ji bo komputeran e, nivîsbariyeke azad e û kodên

8

Page 8: 1. sayı 2 - ferheng.org · Danasîn 5 Linux Ubuntu amed@pckurd.net Amed Ç. Jiyan Linux ku dendikeke pergala xe-bitandinê ya ji bo komputeran e, nivîsbariyeke azad e û kodên