16
KOVARA 3 HEFTANE YA WÊJE HUNER Û RAMANÊ 10 Tebax 2019 Şemî HEJMAR: 266 Politik

Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

  • Upload
    others

  • View
    15

  • Download
    0

Embed Size (px)

Citation preview

Page 1: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

KOVARA 3 HEFTANE YA WÊJE HUNER Û RAMANÊ

10 Tebax 2019 Şemî

HEJMAR: 266Politik

Page 2: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

Medya Presse-und Werbeagentur GmbH [email protected]: Geschäftsführer: Ahmet Yücedağ Ver. Redakteur: Özgür ReçberlikHans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg

Beth Laberge ev wêne li Kobanê girt; ev endama Parastina jinê di dema merasîma cenaze ya endamekî Asayîşa Rojava de bi erka ewlekirinê radibe.

Beth Laberge ev wêne li Ko-banê girt; Diyar ê ji Za-nîngeha Rojava li berketina muzeya Berxwe-dana Kobanê bi zarokekêre dipeyive.

Page 3: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

3

Vê dawiyê ez di bernameyeke li Rojava de wekîprofesorê antropolojiyê hatim danasîn. Ji berku ez di zanîngeheke Emerîkî de dersên an-

tropolojiyê didim û pê debara xwe dikim, ev yek biawayekî teknîkî ne şaş be jî, min xwe ti caran wekî an-tropolog nedîtiye. Yek ji sedemên vê aciziya min ew eku ez wekî dîroknas û civaknas hatime perwerdekirin.Lê mijareke din a vê gotara kurt ku behtir di cih de ye,ew e ku ez bawer nakim ku tiştekî bi navê antropolo-jiyê hebe.

Bihêlin ez vê yekê rave bikim. Dîsîplînên zanistêncivakî hebûnên tevlihev in. Ew ne bi tenê warên lêge-rîna fikrî ne, lê her weha yên rêxistin û çandan in jî. Evdîsîplîn di serdemeke kurt a nisbî de, ango di navbera1885´an û 1945´an de, hatin îcadkirin. Beriya vê ser-demê, ji bo lêkolînên zanistî yên civakî bi sedannavên cihê dihatin bikaranîn. Di sedsala dirêj a 19´ande ev nav bi tenê heta 6 heban hatin kêmkirin: antro-polojî, civaknasî, lêkolînên oriyental, aborî, dîrok û za-nistên siyasî. Û ev şeş dîsîplîn bûn navê wan agahiyanku bi tenê li pênc welatên Ewrûpî û Emerîkî ji aliyêpisporan ve dihatin hilberandin.

Cihêkirina çêkirê ya heqîqetêMirov dikare gotûbêj bike ku di modernîteya kapî-

talîst de hilberandina agahiyê spartine ser esasê cihê-bûna “du çandan”: zanist, ku wekî lêgarîna heqîqetêya bi rêya lêkolînê dihat dîtin, û felsefe jî weha dihatdîtin, ku bi spekulasyon û qaîdeyên exlaqî re mijûldibe. Vê cihêkirinê, di navbera wan yekan de sînorekîeşkere danî ka lêgerîna heqîqetê çi ye û lêkolîna eda-letê çi ye. Bi dîtina min, yek ji pêşgavê hêrî pêşîn êazadker ê epîstemîk (derbarê heqîqetê de) wê ew be,heger ev cihêkirina sûnî (ne xwezayî, çêkirî) ya heqî-

qetê ji holê were rakirin û ev her du qadên zanînêdîsa bigihîjin hev.

Cihêkirina rojava û rojhilatCihêkirina duyemîn, vejandina zanîngehan bû, yan

jî, heger mirov çêtir bi nav bike, îcadkirina zanînge-hên modern bû, û ev yek di modernîteya kapîtalîst dedi warê hilberandina zanînê de mîladek bû. Zanînge-han beşên modern damezirandin ku tê de ew zanis-tên civakî hatin hînkirin û sefandin ku dewletê ji xwere wekî navend dibînin. Di taliyê de zanistên civakî liser sê mîhweran hatin birêxistinkirin: dema bihurî(dîrok û lêkolînên oriyental) û dema niha (civaknasî,mirovnasî, aborî, zanistên civakî); Rojava (civaknasî,aborî, zanistên siyasî û dîrok) û ne-Rojava (mirovnasîû lêkolînên oriyental); û li derûdora esasê rêxistina lî-beral a civakê ya di navbera dewlet (zanistên siyasî),bazar (aborî) û civak (civaknasî). Metodolojî (rêbaz,azîn) têkiliya reqabetî ya di navbera dîsîplîn û şareza-yên nomotetîk û îdîografîk de hat dagirtin û binxêzkirin: yan qaîdeyên giştî yên dema niha ya bêdawîyan jî yên dema bihurî ya dûr û arşîvî ya “objektîf” .

Pirr neçû, pêkhateyên din ên rêxistinî jî hatin da-mezirandin: kovarên zanistî, pirtûkxane, rêxistinên pî-şeyî û konferans. Dema ku em ketin sedsala 20´an,rêxistina sêalî ya zanîngehê, ya navbera zanistên mi-rovî, zanistên civakî û zanistên xwezayî, xweş hatibûcihbicihkirin. Zanistên civakî her yek wekî wekî kele-hên hêzdar peyde bûn ku bi pêbawernebûneke hev-par a rêxistinî ji hev hatin cihêkirin.

Zanistên civakî îcadên modernîteya kapîtalîst inDaku van hemûyan zelaltir bikim, çêtir e ku weha

bibêjim, zanistên civakî îcadên modernîteya kapîtalîstin. Ew, şewqdanên bîrdoziyên cihanî û herweha yênpêdiviyên siyasî yên pratîk ên çanda lîberal in. Lêbelê, ev dem hatin guhertin. Niha ku em dikevin ser-demeke seqemnegîriya sîstematîk ku ispata vê yekê

ne tenê qeyrana aborî ye, lê herweha qeyrana dew-letê ye, divê em îdamekirina rêxistinkirina lîberal a za-nînê û hilberandina kapîtalîst a zanistê ku dewletê jixwe re wekî navend digire, red bikin. Divê em nasma-neya çanda dîsîplînên zanistên civakî bi pêş bixin ûrûmetê bidin wê, û em red bikin fikr-tengiya qada lê-kolînê û rêxistinên avabûnî ku ji bo sedsala 19´an mu-nasib bûn. Di vê pêşniyazê de ti tişta taybet aşoreşgerî nîne. Di dawiyê de zanistên civakî dîtinênçêkirî yên cihanê ne û yekane tişta xwezayî jihevxis-tina van dîtinên çêkirî ye.

Mirov hefza xwe ji înterdîsîplîniyê bikeDi vê peywirê de tişta girîng ew e ku mirov xwe ji

kemîna înterdîsîplîniyê biparêze - peyveke şolî ye kuhîna di salên 1920´an de dihat bikaranîn û îro di binnavên cihê de tê bikaranîn ku di nav wan navan demultîdîsîplînî, transdîsîplînî û pêkan e gelek navêndin jî hene. Di vir de mebest ne ew e, ku mirov disîplî-nên heyî bigihîne hev ku bi vî awayî wan hêzdartirbike: Li şûna wê, divê em pîrozîkirina fikrî û siyasî yazanistên civakî, avabûnên zanînê ku rastiyên civakîyên sedsala 19´an nîşan didin, red bikin. Yan na, em êdaimî di nav wan avabûnên zanînê de bixebitin kuxwe şaş dikin, muhafezekar in û di warê fikrî de neewqas bikêrhatî ne. Ev yek hetmen ne rêyeke hişyar eku mirov pê nêzî rewşeke civakî ya cihanê be, ku nihadi guhertineke bişiddet re derbas dibe.

Cihê nîqaşê ye, lê birêxistinkirina zanînê ya roja meya îro di warê hemû warên lêkolînê de wekî enca-meke nerasterast a Şerê Cîhanê yê Duyemîn derketholê. Bi zêdebûna pisporiyên herêmî, wekî pêdiviyekerewşa jeopolîtîk, lêkolînên oriyental û antropolojîmeşrûbûna xwe ya fikrî ji dest dan. Çend dehsalênpaşê, wekî encama aloziya fikrî ya sala 1968´an, lêkolî-nên çandî (û lêkolînên tevlihevî yên warê zanistênxwezayî) bêhtir seqemgîriya dîsîplînan û projeya za-nistên civakî wekî yekpare piçûk dîtin.

Ez çima ne antropolog im?

Andrej GRUBACIC*

Cihêkirina duyemîn, vejandina za-nîngehan bû, yan jî, heger mirovçêtir bi nav bike, îcadkirina zanîn-gehên modern bû, û ev yek dimodernîteya kapîtalîst de di warêhilberandina zanînê de mîladekbû. Li wan ew zanistên civakîhatin hînkirin û sefandin ku dew-letê ji xwe re wekî navend dibînin.

Ez jî bi hevpîşeyê xwe yê Rovavayîre hevbîr im ku pêvajoya li vî par-çeyê Sûriyeyê dimeşe, bi rastî jîşoreşgerî ye. Ew yek wê mantiqîbe heger mirov Rojava bike na-venda ji nû ve îcadkirin û şikenan-dina dîsîplînên zanistên civakî.

Page 4: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

4

Zehmetiyeke jê girîngtir a li pêşiya avabûnên modern ên zanînêji derveyî zanîngehê hat: Şoreşa Cihanê ya 1968´an zor da dîsîplî-nan ku berê xwe bidin cîheteke nû ku xwe diyar dike û bi hişkî rex-nengir e. Zehmetiyeke din a cidî ji jorê hat, dema ku dezgehênkapîtalîzma neolîberal zor dan ji bo qutkirina fînansmanê, bipêş-xistina burokrasiyê û ji nû ve sazkirina zanistên mirovî û zanistêncivakî. Ya ji vî jî tirsnaktir, ji nû ve sazkirina neolîberal qeyrana za-nîngehê wekî qada sereke ya hilberîna zanînê bin xêz kirine.Heger serdema piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn bidîta ka sîstema za-nîngehê li seranserî cihanê weha belav dibe, di van salên dawî detam jî ev hebûna zanîngehên modern ku bi awayekî kelepûrî ha-tine birêxistinkirin, berpirs bikira. Pirs ne ew e, ka zanistên civakî ûsîstema zanîngehan wê ji nû ve were birêxistinkirin yan na, pirs ewe ka kî wê vê yekê bike û bibe serî. Berjêr yan berjor?

Rojava weke navendeke veîcadkirina dîsîplînanDi serdana min a vê dawiyê ya Federasyona Demokratîk a Ba-

kurê Sûriyeyê de, hepîşeyeke min a ji Zanîngeha Rojava xêrhatiname kir, bi qewla wê ve, jibo paytexta şoreşgeriyê ya cihanê. Ez jî pêre hevbîr im ku pêvajoya li vî parçeyê Sûriyeyê dimeşe bi rastî jîşoreşgerî ye. Ew yek wê mantiqî be heger mirov Rojava bike na-venda ji nû ve îcadkirin û şikenandina dîsîplînên zanistên civakî. Dinaverasta qeyrana şaristaniya kapîtalîst de divê em weha bîra za-nistên civakî bibin ku dikarin alîkariya me bikin da ku em moder-nîteyeke nû yademokratîk ava bikin. Gelek zanistên din dikarin licihekî werin damezirandin ku ji avabûna kevn aciz bûne ku ji ci-hana kapîtalîst wekî mîrat mane. Di navenda van hemûyan de pê-diviya me bi cihekî, mekanekî heye ku em lê li ser sîstemên dîrokîyên demokratîk û tecrûbeyên utopyayên pratîk lêkolînê bikin.Çima em li seranserî cihanê zanistên civakî bi rêxistin nekin da kuli şûna bazar, dewlet û civakê, li ser jin, jiyan û azadiyê lêkolînêbikin?

Jineolojî weke nimûneDi dema seredana me ya Rojava de em bi beşa jînelojiyê hatin

aşînakirin, ew jî beşek e ku hîna nû bi pêş dikeve. Ev “zanista jinê”dihêle ku jin di warê teorî, dîrokî, mefhûmî û siyasî ya li derveyî zi-manê akademîk ê lêkolînên jinan û herweha yê qaîdeyên avabûyîyên femînîst, binivîsin. Lêgerîneke weha, zanisteke berfireh a ji dî-tina cihanê ya bi çavên jinan, bi awiran wan re, tam ew cure zanis-tên civakî ye ku pêdiviya me pê heye heger me divê em civakakeyeksanîperwer û nebaviksalar ava bikin. Hevpîşeyên din behsa bi-pêşketina dîsîplînî ya civaknasiya azadiyê kirin û ez nikarim li pro-jeyeke jê çêtir bifikirim ji zanista civakî re, lewma di vê de lêkolînali ser peywendiyên girêdayî hev ên navbera siyaset, demokrasî ûazadiyê tê kirin, û ev armanca vê zanistê ye. Di dawiyê de, ekolojî,stûna dawî ya modernîteya demokratîk, dikare di wê perspektîvêre were xwendin ku jê re ekolojiya cihanî dibêjin. Jason W. Mooreû hevkarên wî yên ji tora ekolojiya cihanî ev peyv û lêkolîn bi pêşxistine**. Li gorî vê dîtinê, tora jiyanê ne faktor ne jî guherbariyek elê belê lehzeyeke bingehî ya hemû çalakiyên mirovan e, ji şarista-niyan heta civakan, ji zayînê heta mirinê.

Hevparê vê perspektîfê, rexneya dualîzma Xweza/Civak a wekîkozmolojî û pratîk a cihanî-dîrokî ya serdestiyê ye. Li şûna perspek-tîfê, hevpeyvîn û pratîk, ekolojiya cihanî wan hemûyan dipejirîne.Lewma ew di serdema qeyrana av û hewayê de zehmetiya têkbi-rina modên nû yên zanînê hembez dikin.

Zanisteke nû ya şoreşgerDi destpêka sedsala 20´an de, Peter Kropotkin, yek ji civaknasên

azadiyê, bang li akademîsyenên radîkal kir ku zanisteke nû ya şo-reşgeriyê biafirînin. Ev projeya nû, li gorî Kropotkin, wê li ser lihev-kirina epîstemîk a zanist û felsefeyê bihata sipartin. Zanista civakî,zanista nû ya civakî, dikarî di vê projeyê de bi roleke girîng rabe.Cihana zanistê dikarî wekî projeyek bigihîja hev, ku tevî lêkolînarastiyê û lêgerîna edalet û jiyaneke xweş bihatana cem hev.

Ez bawer nakim, ku ew yek têre bike mirov bibêje sîstema cihanîdi rewşeke guhertina kaotîk de ye. Ev yek li ser me hemûyan ên kuli meydana zanistên civakî dixebitin, ferz e ku em bi awayekî çalaklêkolînê bikin û alternatîfên şênber bi pêş bixin li hemberî zanis-tên civakî yên ku dewletê dixin navendê û ji aliyê cihana kapîtalîstve hatine îcadkirin. Da ku mirov karibe avabûnên zanînê yên beh-tir fikrî û di warê siyasî de bêhtir bikêrhatî biafirîne, divê em di ava-kirina sîstemên nû yên zanistê de, faraziyên epîstemolojîk ji serêxwe biavêjin. Ev yek hem peywir hem jî berpirsiyariya me ye.

Page 5: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

5

“Heger jin hêzên xwe bikin yek, ew di-karin şoreşeke mezin bi ser bixin”

Hevseroka Kongreya Star bi van gotinanKongreya Damezrandina Meclisa Jinan aBakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin (14’êHezîrana 2019’an).

Delîla pratîk ji bo em jin “xwe bi xwe hêz-dar bikin” û “jiyaneke nû ava bikin” li teva-hiya dewrûbera me bû. Em weke heyetekeperwerdeyê ya ji akademîsyenên ji Emerîka ûEwrûpayê li ser vexwendina Zanîngeha Ro-java li wir bûn û me peyama piştgiriyê da vêkongreya dîrokî. Ew yek ji bûyerên herî zêdepirrçandî bû ku min şahidiya wê kir tevî wer-gera ber bi çar, pênc û belkî bêhtir zimananve. Nûnerên civakên pirretnîk û pirrdînî jîamade bûn, Misilman, Xiristiyan û Êzîdiyên jivan dînan kevnartir. Jinan cilûbergên şahiyanên biriqandî li xwe kiribûn ku ji rêuresmawan bûn, û hin jinan jî cilûbergên eskerî yênYPJ’ê li xwe kiribûn.

Tevnên kongre, yekîneyên çekdar û rêxisti-nên civakî yên jinan bi awayekî eşkere ji botevahiya vê projeyê ji zemîna xelkê heta bidezgehên sereke yên koordînekirinê yên Rê-veberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyêheyatî ne. Li her devera em çûnê, di civînên bidezgeh û rêxistinên perwerdeyê de mijarasereke ya minaqeşe û prensîpa sereke ya şo-reşê jineolojî (ku ji peyva Kurmanjî ya jinê ha-tiye çêkirin) bû. Abdullah Ocalan diparêznameyên xwe yên herî dawî de behsavê fikirê kiriye (1), û hin femînîst gumanan jiwê yekê dibin ku mêrek fikrên jinolojiyê bipêş bixe. Lê belê niha di gelek peywendêncihê de jin bi xwe wê bi pêş dixin û bêgumanniha ew bi xwe xwedî hebûneke afirîner e. Ûew di encama karê bi dehsalan ên jinan der-kete holê.

Em bi komîteyên Jineolojiyê yên zanîn-gehan re, bi kolektîfa lêkolînê ya Navne-teweyî ya Jineolojiyê re û navendênherêmî yên Jineolojiyê re hatin cem hev.Ev peyv xwedî gelek maneyan e; ji lêkolînyan jî zanista jinê, dîroka jinê û zanînacinsîkirî heta bi lêkolîna ji bo destek ûhêzdarkirina jinan, û amadebûna li he-sabpirsîneke ji perspektîfên jinê. Dozaesasî ya şoreşê ew e ku jin bi awayekîwekhev beşdarî hemû warên jiyanêbibin.

Bi çavên jinêLi Jinwarê, li Gundê Jinan, me guftû-

goyek kir li ser jineolojiyê weke epîte-molojî. Hevseroka komîteya Jineolojiyêya Zanîngeha Rojava, Heval Zozan Simadi argumentasyona xwe de têkili-yeke yekser bi têkoşîna şoreşger rekir ku wê ji bo jineolojiyê û za-nistê bibe çavkaniyeke tecrûbeû ezmûnê. Weke wê gotî, ji2015’an û pê ve jineolojî hatfermîkirin û weke zanist hatavakirin: “Zanisteke bi çavênjinan”. Rêbazên wê xwe disi-pêrin tecrûbeya têkoşînê, biçavên jinan civakê bi xwe

dixe ber lêpirsînê û careke din berê xwe didewê. Yanî rola jinan di şoreşê de dihewîne, bigundê ku jinan ava kir û ew bi rê ve dibin,Jinwarê jî nimûneya pratîk li holê ye. Hegerem tenê bipirsin “zanist çi ye?”, hingê em pir-sên “çima”, “ji bo çi?” ji dest didin. Lêbelê hewldana herî bilind a aqlî divêbibe manedarkirina jiyanê, şiroveki-rina jiyanê. Ev ne elaqedarî wê za-nistê ye ku bibe xizmetkaraîdeolojiyê, lê belê mesele têkoşîna jibo tewazûneke wekhev a hêza siyasî,jiholêrakirina komên berjewendiyanên ku bendê dixin nava lêkolîna za-nistî di sîstema kapîtalîst de – wekepirsên dikarin bên kirin.

Mînakeke din a vê zanistê weke bî-reweriyeke şoreşgerî bi karê Kolektîva Lêko-lînê ya Înternasyonalîst bi gewde dibe, û evînstîtu niha weke Înstîtuya Andrea Wolf tênasîn. Di komên xwe yên lêkolînê de û der-sên xwe de ew lêdikolin ka jin berê çawaxwedî hêza (siyasî-civakî) bûne û lewma jîçawa dikarin niha bibin xwediyê wê hêzê.Wan da dûv pirsên, esasê hêzeke wisa ya‘dayik li navendê’ çi bû?, Bi derketina holê yaçandiniyê û dewletên şer dikin li RojhilataNavîn û deverên din, dîrokên taybet ên ji-destdana hêza siyasî, civakî û aborî çi ne?

Beşeke gelekî girîng ji bo bipêşketina ji-neolojiyê elaqedarî kokên mirovan e. Antro-polojiya li ser beridînê li welatên rojavafitleke femînîst a xurt da xwe; teoriyên wê

yên sereke jî Hîpoteza Dapîrê û Bi hevkarîmiqatebûna li zarokan bûn. Kirdebûna jinêroja me ya îro di derketina holê ya ziman,huner û rîtuelan de heyatî tê nirxandin.Jinan ne ku tenê wekhevî di civakên pêşî

yên nêçîrvan-berhevker de misoger kir, lêbelê destpêka me ya serê pêşî weke cure-yekî – beden û hizrên me – encama şore-şeke civakî û cinsî ye (2).

Şahmaran: Xwediya gencîneya herî dawî ya zanînêLi Dêrikê di baxçeyekî bedew ê Navenda

Lêkolîna Jineolojiyê de me karî hemawiyênxwe di nava ava kaniyeke fisqiyê de bikin, dibin tava nîvrojê ya dijwar de xwe hinekî hînikbikin. Li vir me beyaneke din bihîst li ser gi-rîngiya etîmolojî, çîrokgotin, dîroka devkî jibo jineolojiyê; ev formên veguhestina zanînêne ku nexasim war û meydana hunerê jinêne jî.

Jin

eolo

jî –

zan

ista

jin

ê, z

an

ista

şoreşê

CAMILLA POWER *

Beşeke gelekî girîng ji bo bipêşketina jineolojiyê elaqedarîkokên mirovan e. Antropolojiya li ser beridînê li welatên ro-java fitleke femînîst a xurt da xwe; teoriyên wê yên sereke jîHîpoteza Dapîrê û Bi hevkarî miqatebûna li zarokan bûn.

Page 6: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

Li ser dîwarê derve yêavahiyê wêneyekî harî-qûlade yê Şahmaranêheye. Şahmaran di hu-nera gelêrî li Kurdistan,Anatol û Îranê de baş bicih bûye´û şaxên xweberdana jêr. Bi stirih e ûdu cins e. Serekî wê yê şaheke jin heye û dûvekî wêyê marê nêr ê şah heye. Herdu jî tacîdar în bi tacênsoringî bedew hatine xemilandin. Bedena wan ahevpar bi gelek pûl û çavên zindî hatiye çêkirin.Lingên wan jî gelek marên hûrik in. Ev ruhberahanê aqlê kolektîf ê mê bi gewde dike: “Ew bixwe”xwediya gencîneya herî dawî ya zanebûnê ye û jêtê ku li hundirê dinyaya din jî binihêre. Şahmaranbi awazekî heq weke amblema Jinwar û Jineolo-jiyê, ya zanista şoreşger a jinê hatiye hilbijartin.Heger me kariya şopa hemû şax û baskên çîrokêndevkî yên li ser Şahmaranê bibin, me dê xwe nêzîkîvê çavkaniya hêza dayik li navendê bikira, û me dêdest pê bikira li wê yekê serwext bibin ka demabaviksalariyê xwe serwer kir çi qewimî.

Naxwe ka bihêlin em zanistê bi gelek çavên Şah-maranê bibînin – zanisteke întersubjektîf. Întersub-jektîfbûn weke xwendina hizrên hev ên dualiyanxisleteke taybet bi mirovan e û ji destpêka zarok-tiyê ve peyde dibe. Weke bûnewerên bi xurtî civakîem dixwazin tişta em lê difikirin bi hev re parvebikin, û em hez dikin zanibin ka kesên din li ser fik-rên me çi difikirin. Em fêr dibin ku xwe bi çavênkesên din bibînin. Ev behremendî û amadebûnaem zêhniyet û hestên xwe bihûnin, di tevnekê bicih bikin di zemînê hemû awayên hevkarî, niyet ûarmancên hevpar ên mirovî de heye. Heta beriyazimên jî aliyê anatomiya me yê ku pişta vê psîkolo-jiyê digire, di çavên me de bû. Morfolojiyeke – za-nista şêwe, awa -bêmînak û yekane ya çavên meheye. Ji bêhtirî 200 cureyên meymûn-mirovan (prî-mat) tenê me karî çavên mîna behîvan, bi spiyaçavan a dibiriqe û reşikeke çavan (îrîs) a tarî bi pêşbixin, yan jî ew bi me re beridîn. Ev çav weke “coo-perative eyes (Çavên hevkar)” tên binavkirin, û ewdikin ku her kesa em pêre bidin û bistînin bi hêsanîbibîne ka em li çi dinihêrin, ka bala me li ser çi ye. Bivî awayî ew dikin ku em tecrûbeyên xwe bi hev vegirêbidin: “Tu tişta ez dibînim dibînî?”

Mirov pêşî bûn zanyarDi berhema xwe ya klasîk a li ser şoreşa mirov a

bi navê Blood Relation de Chris Knight dibêje,“Mirov pêşî bûn zanyar – ew pêşî fêr bûn ku netî-ceyên xwe yên ezmûnan û yên din parve bikin herweha notên xwe li ber hev bigirin û wan bidin berlêkolîn û nirxandineke kolektîf – bi xêra wê vedî-tina wan li ser wê yekê ka maneya piştgiriyê dikareçi be. Zanista wan weke ya me, esas bîreweriyawan a hêza wan a kolektîf bixwe bû.” (3) Newekh-eviyên hêzê û arîşeyên siyasî vê parvekirinê astengdikin û ji ber wê jî objektîfbûna zanistê ji rê derdi-xin. Gava ku mirov îdîa bike ku jineolojî zanistê ditecrûbeya têkoşîna şoreşgerî de bi cih dike bi awa-yekî hêsan qebûl dike ku newekheviyaesasî ya cinsî pêşiyê digire li her îhtîmalaobjektîfbûna zanistî. Ev ê wisa be heta kuîdîaya maf û hêza wekhev bi rastî ji nû vepeywenda întersubjektîf a tecrûbeyê avabike. Hingê jî zanist wê weke bîreweriyahêza kolektîf a jinan bide der.

Sembola vê bîreweriyê di çandên be-riya dewletê de marek yan jî ejderekî

pirr-serî, pirrçav e. Ew her tiştî dibîne. E ji gelek ruhbe-rên piçûktir bi gelek mane û perspektîfan pêkhatiye. Ew nakokane, bi dewr, li gorî perîdiyokbû-nên kozmîk eyarbûyî, pirraniya caran cinsê wî/wênediyar e. Ev yeke diyalektîkeke hêza civakê îfadedike – ji yekîtiya dijberan û wê de. Şahmaran bûyî-neke bi vî rengî ye; çavên wê/wan yên gelekî insanîyên hevkar pirrbûn û wekhevbûna perspektîfannîşan dide, bedena wê/wan sîsikeke ji gelekan pêk-hatî ya zanîna me ya parvekirî nîşan dide.

Li wir endameke heyetê pirsa xwe xilaskirinadualîbûna cinsî weke kirineke azadiya ferdî kir. Ber-sivê sempatî nîşanî pirsê dida, lê belê îşaret bi pê-diviyên têkoşîna mafên jinê di nava peywendekeçandî ya gelekî jirêûresmê de kir ku tê de zewican-dina bi darê zorê û kuştinên qaşo ji bo namûsêhîna lê diqewimin. Serê herî pêşî pêdiviyek bi wêyekê heye ku mirov nihêrîna têkiliya jin û mêrantenê weke yeke cinsî dibîne, li pey xwe bihêle. YPJya li kêleka YPG’ê lê ji wê xweser modelek e ji bonîşan bide ka ev têkilî ji nû ve çawa dikare bê tefrîf-kirin, pê re jî civak ji nû ve bê pênasekirin. Halêhazir li Rojava pêdiviya jinan bi wê yekê heye kunasnameya xwe ava bikin bi rêya meclisên jinanbixwe, bi kongreyan, gundan û wekî din. Gava hêzabaviksalar ji hev de bikeve û bîreweriya azad ajinan – û mêran – gurr û bilind bibe, hingê wêcinsa trans, ya nedualî û yên herikbar wê weke tec-rûbeyên lê bên îfadekirin. Entîte (yeke) û kesênpîroz di gelek civakên beriya dewletê de van xisle-tên herikbariya cinsî bi gewde dikin – esas Şahma-ran jî wisa dike. Zanista cins divê bibe beşekeheyatî ya jineolojiyê.

Mufredatek ji hemû reng û dengan rePerwerdeyeke bi temamî întersubjektîf, pirrçandî

jî mijara hevdîtina me ya li ser mufredatê bû li Îns-tîtuya Mufredatê ya Herêma Cizîrê ku navenda wêli Amûdê bû. Vê civînê mezinahî û hewasa vê pro-jeyê nîşanî me da. Li vir jî komeke pirretnîk hebûku li ser avakirina mufredata ji bo dibistanên se-reke, navîn û amadeyî û ji bo hilberîna materyalanji bo şagirtên wan li Herêma Xweseriya Demokra-tîk kar dikir.

Pirraniya hevpîşeyan li wir di sîstema Şamê rederbas bûbûn, ya ku tê de siyaseta hegemoniyaEreb hebû ya ku li dibistanên bilind rê vedikir li bercudakeriya li dijî xwendekarên ne Ereb(îaxêv).Gava van hevpîşeyan xwe da nasîn wergêr di navaKurmancî, Erebî û Ingilîzî de çû û hat, min peyvênIngilîzî “smell of freedom (Bêhna azadiyê)” bihîstin.Kitêbên dersê yên rejîma berê avêtibûn ser ser-

goyê ji ber ku “neteweperest” û “dîn-perest” bûne. Û hersê xetên sor diamadekirina mufredatê û avakirinasîstema nû ya dibistanê de pirrcarîhatin bilêvkirin: mafên jinan; nebûna“-îzman”; û parastina hawîrdora xwe-zayî.

Mamosteyên li ser mufredata dî-rokê kar dikin kelacanê wan rabûbû ji

ber wê yekê ku ev cara yekê bû ku Kurd, Ereb, Asûrî,Ermenî – nûnerên hin ji şaristaniyên herî kevnar êndinyayê – li odeyekê hatibûn cem hev da ku ders-dariya dîrokê jinûve çêkin bi rengekî ku êdî yekalînebe, yanî ne dîroka desthilatdaran li ser bindestan,lê belê bibe bersiva pêdiviyên hemû civakan.

Bihevrejiyana aştiyane li rojhilata Navîn wê çawamumkin be di pratîkê de? Bi fêrbûna zimanên hevû xwe ji ferzkirina zimanekî li ser yên dana alî.Zarok hemû bi zimanê xwe yê dayikê dest bi dibis-tanê dikin. Lê belê di sinifa sisiyê de ew dest bi zi-manekî cîranê xwe jî dikin. Paşê yekî din. Paşê jî ewdest bi fêrbûna zimanê biyanî Ingilîzî dikin, wekezimanekî navneteweyî.

Ha hingê hewasa transneteweyî ya konfedera-lîzma demokratîk bi rastî jî bandoreke mezin li minkir. Hema tenê texeyul bikin vê veguherîna civakêbi rêya tecrûbeyên wiha yên gelek çandan di navajiyanê de. Mirovan peyivîna zimanên hev bi pêşxist. Maneya serwextbûna li hev, wekhevî û mute-qabilî ye jî. Yekzimanîbûn (monoglotîzm) bereva-jiyê vê, nîşana dagirkerî û mêhtingeriyê ye.

Şoreşa Rojava vê dike ji bo ku (sax) bimîne. Diheman demê de koka zora birêxistinkirinê ya kon-federalîzma demokratîk xasma di nava têkoşînaazadiyê ya Kurdan de ye; lê nabe ku ev wehadewam bike. Ew divê bi civakên li cihê cih heyî rebê rûberî hev û ev civak di encama dîrokeke dirêj ûzehmet de hene. Proje ne damezirandina dewle-teke cuda ya Kurdan e li Bakurê Sûrî. Konfedera-lîzma Demokratîk tevî angajmana civakê disiyasetê de ji jêr ve bi israr îşaret pê dike ku evproje transneteweyî ye û bi vî awayî di prensîpê dedikare li her civakê bê tetbîqkirin. Ev yek jî şoreşêorganîk dike muxalifê her dewleta netewe.

* Doçenta Antropolojiyê li Zanîngeha East Lon-donê.

** ‘The key to the resolution of our social problemswill be a movement for women’s freedom, equality

and democracy; a movement based on the science ofwoman, called jineoloji in Kurdish. (Kilîta ji bo çareser-

kirina pirsgirêkên me yên civakî wê tevgereke ji boazadiya jinê, wekhevî û demokrasiyê be; tevgereke

xwe bisipêre zanista jinê ku bi Kurdî navê jineolojî lêtê kirin.)’ (The Political Thought of Abdullah Öcalan,

Pluto Press, 2017, r.93)*** https://www.opendemocracy.net/en/gender-

egalitarianism-made-us-human-patriarchy-was-too-little-too-late/

**** Blood Relations: Menstruation and the originsof culture (Têkiliya Xwînê: Bicilikanketin û kokên

çandê), Yale University Press, 1991, r. 521.

6

Li Navenda Jineolojiyê ya Dêrikê me beyaneke din bihîst liser girîngiya etîmolojî, çîrokgotin, dîroka devkî ji bo jineolo-jiyê; ev formên veguhestina zanînê ne ku nexasim war û

meydana hunerê jinê ne jî.

Naxwe ka bihêlin em zanistê bi gelek çavên Şahmaranê bibînin – zanisteke în-tersubjektîf. Întersubjektîfbûn weke xwendina hizrên hev ên dualiyan xisleteketaybet bi mirovan e û ji destpêka zaroktiyê ve peyde dibe. Weke bûnewerên bi

xurtî civakî em dixwazin tişta em lê difikirin bi hev re parve bikin, û em hezdikin zanibin ka kesên din li ser fikrên me çi difikirin.

Page 7: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

Jin ji bo mafê perwerdeyê bi dest bixin, li zanîn-gehan bixwînin û di qada akademîk de cîh bigi-rin têkoşînek mezin dan. Zayîndeperestiya di

zaniste de û mijara azadiya jinê yek ji pirsgirêka herîgiran a civakê ye. Ji bo van mijaran di qada zanistê depênase bikin jî beşên lêkolînên jinê û lêkolînên za-yendiya civakî vekirin. Lê ev destketiyên ku me bi duhevokan anî ziman ewqas hêsan nehatin bidestxistin.Ji bo pêşî li van daxwazên jinan bigirin, heta gotin,eger mêjiyê jinan pêş bikeve wê malzaroka wan zuwabibe, nikarin zarokan bînin dinê û wê bibin wekemêran. 

Li Zanîngeha Rojava ji bo em beşeke jîneolojiyêvekin dema me guftugo meşand, me ev têgihiştinênberê û aliyê wê yê dîrokî jî qet ji bîr nekir. Lê di rastiyêde yê ku hişt ev beş bibe pêwîstiyek, pêdiviyên şoreşajinê bûn. Di konfederalîzma jinê de pergala hevsero-katiyê û nûnertiya wekhev hebû û ji bo vê tevlîbû-neke çalak ya jinan pêwîst bû. Tevî vê yekê di vê qadêde dema kar were meşandin, cinsiyet jin be jî ev bitena xwe têrê nake. Divê zanistiya jinê hebe. Eger hûnhevserokatiya şaredariyê bin, hûnê bibînin ku avahî-saziya ku mêr çêkiriye û bi rêvebiriye, di projeyan dejin û zarok nefikirî ye. Ji ber vê yekê divê hûn di birya-

rên xwe de hewl bidinku van li gorî pîvanênestetîk yên jinê avabikin. Eger hûn diqada aboriyê de xe-batê bimeşînin, divê

bizanin dûrxistina jinêji aboriyê, nirxandina

keda jinê, xi-zankariya

jinê û şî-

deta aborî ya li ser jinê û encamên wê çi ne. Ji bo jin karibe di siyasetê de nûnertiyeke baş bike,

divê derbarê jinan de agahî û zanisteke pir alî jî hebe.Ji ber vê yekê hedef ew bû ku bi fakulteya jîneolojiyêem karibin bingeheke akademîk ya pêdiviya jinê pêheye saz bikin. 

Dema me rastiya civakî ya Rojava û Bakûrê Suriye jîda ber çavan, me dît ku rejîma BAAS´ê komkujiya herîmezin di qada têgihiştinê de kiriye. Sereserî, jiberkirinû li gorî şêweyê nirxandin, mîna ku di rihê însanan debi hostatiyeke mezin hatibû çandin. 

Dema me dersên jîneolojiyê û naverokên wanamade kir, me hewl da ku di plansaziyê de hem pêdi-viyên şoreşa jinê hem  rastiya civaka rojava li berçavan bigirin. Jîneolojî di warê sazîbûn, têgeh û teo-riyê de hîn nû gav diavêt û ji ber vê yekê me dizanîbûku me dest bi karekî zehmet kiriye. Lê belê her çendkêm be jî weke gelek tecrûbeyên Tevgera Azadiya Jina Kurdistanê, me xwest ku dema me ev kar meşandem fêr bibin û tiştên ku em fêr bûn jî pêk bînin. Tecrû-beyên navendên lêkolînên jinan, tecrûbe û destketi-yên tevgerên jinên cîhanê, çavkaniyên TevgeraAzadiya Jin a Kurdistanê me ji xwe re weke bingehgirt. Pirtûk û fikrên Abdullah Ocalan ku fikrê jîneolo-jiyê derxiste holê jî çavkaniya me ya bingehîn e. 

Di fakulteya jîneolojiyê de ev du salin ders têndayîn. Îsal wê şagirtên yekem vê fakulteyê temambikin. Dîrok, felsefe, wêje, etîk-estetîk, siyaseta demo-kratîk, aboriya komunal, jiyana hevbeş, tiba xwezayî,dîroka jinên cîhanê, parastina cewherî, ekolojî, rê û rê-bazên lêkolînê, nêrîna jinê, teolojî û di gelek mijarêndin de ders hatin dayîn. Bi taybet dersa zimanê kurdîjî bi berfirahî hate dayîn. Ji ber ku rejîma BAAS´ê jîweke dewlet netewên din yên serdest dibistan kiri-bûn cihê asîmîlasyonê. Dema me ders da me hewl daku mamosteyên dersan û materyalên wan jî bi hev reamade bikin. Ev xebat hîn dewam dikin. 

Me şagirtên xwe jî tevlî vî karî kir. Ji bo em têgihiş-tina jiberkirinê bişkînin û danûstandinên bi civakê rexurt bikin jî me hewl da şagirt jî civaka xwe lêkolînbikin. Weke mînak; li dersa ku me li ser sembol û nîşa-neyên xwedavendan dabû, em li ser sembola dara ji-yanê jî sekinî bûn û me ji şagirtan re gotibû ku dikarinvê sembolê li ser neqşên jinan û di deqên bedenênwan de jî bibînin. Şagirtên me ku êdî bi vî çavî li neq-şên pîrikên xwe û deqên di bedenan wan de nêrîn,wate dan gotin ku piştî dersa jîneolojiyê têkîliyênwan yê bi pîrikên wan re guherî ye. Diyar kirin ku nê-rîna wan a ji bo nirxên wan yên çandî ne weke berê

ye. Xwendekareke me ku gelekî bêdeng û girtî bû,piştî dersa zanistiya civakî, li dijî şifêrekî taksiyê yê kuaxaftinên zayendî kiribûn derketibû. Weke bûyerekemezin a serketinê behsa vê dikir û digot, “Berê ez nedi ferqê de bûm ku bi têgihiştina zayendîperest diaxi-vin û cesareta min ku ez li dijî vê derkevim jî tine bû.”Her weha şagirteke me ya ciwan bi van agahiyên kubi heyecaneke mezin fêr bûbû, ji ber êdî li cihê ku di-çûyê karibû nêrînên xwe bîne ziman û binirxîne ser-bilind bû û baweriya wê pêş ketibû. Wê jî diyar kir kuyên malê jî ev guhertina tê de dîtine û ji ber vê kêfx-weş bûne. 

Di dawiya her pêvajoyê de me guhertinên ku diwan de çêbûne nirxandin û ev bûyerên ku anînziman der barê naveroka jîneolojiyê û rêbazên wê derê nîşanî me jî dan. Bê guman hîn jî gelek pirsgirêk ûmijarên ku divê em bi wan re mijûl bibin hene. Saziyamalbatê û ol jî rolên kevneşopiyê ferz dikin û di vêmijarê de gelekî bi bandor in. Ji aliyê din ve serdestiyamêr dixwaze bi tarzê kapîtalîzmê xwe ji nû ve sazbike û di mijarên moda, kozmetîk, azadiya cinsî de jixwe re cîh veke. Gelek diyar e ku jinên ciwan di nav-bera van her du sîsteman de mane. Şoreşa jinê hem lidijî saziyên paşverû yên serdestiya mêr hem jî li dijîşaşiyên azadiya sexte ya kapîtalîzmê jî têdikoşe. Ji berku kapîtalîzm nû dikeve Rojava, divê em jinan di vêmijarê de hişyar bikin. Gelek tiştên kozmetîk ku êdî lipiraniya welatan ji ber zirarê didin tendûristiyê nayênbikaranîn, li vir tên firotin. Ji bo em zirarên ku ev didintendûristiyê vebejin jî lêkolînan dikin. Li dijî vê yekêem hem xweşikbûnê di warê felsefî û hunerî de guf-tugo dikin, hem jî hewl didin ku ev têgihiştina ku jinêweke hebûneke cinsî pêşkêş dike eşkere bikin. Lêbelê di heman demê de em dixwazin ji bo berhemênxweşikbûnê yên xwezayî jî derfetan biafirînin. Digelek mijarên din de ji bo tenê em rexneyan û dijbe-riyê nekin, tevî vê yekê têgihiştina bingeha vê çêdikejî eşkere bikin û alternatîfan biafirînin, di dersên xwede li ser van mijaran disekinin. 

Di hemû fakulte û beşên Zanîngeha Rojava de jî-neolojî weke derseke zarûrî tê dîtin. Her weha dem bidem mamosteyên zanîngehê jî di van mijaran de tênperwerdekirin. Ji ber vê yekê fakulteya jîneolojiyê diheman demê de ji bo li Zanîngeha Rojava pergalajinê pêş bikeve û kûr bibe jî xwedî roleke girîng e. Fa-kulteya jîneolojiyê hewl dide gavên xwe yên dest-pêkê bi awayekî dilnizmî biavêje. Lê em di wê ferqêde ne ku hîn li pêşiya me rêyeke dirêj heye û pêwîst eku em xebateke hîn berfirehtir bimeşînin.

Zozan SÎMA▼

Jin û akademî

Dema me dersên jîneolojiyê û naverokên wan amade kir, me hewl da ku diplansaziyê de hem pêdiviyên şoreşa jinê hem rastiya civaka rojava li ber çavanbigirin. Jîneolojî di warê sazîbûn, têgeh û teoriyê de hîn nû gav diavêt û ji ber vêyekê me dizanîbû ku me dest bi karekî zehmet kiriye. 7

Page 8: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

8

Li Girê Mozan nêzî Amûdê gorên nû û gorên 3 hezar salî li ber hev

in û li ser navê xelkê deverê dibêjin, "ez her li vir im".

Di serdana navenda YPJ´ê de, şervanan her yekîhemawiyek da endamên heyeta perwerdeyê. Ev ji bohemû endaman bû diyariya herî manedar û di hemandemê de hêz da wan.

Xalid û Behwer yek kêliyê jî xwe ji dev

me nedan alî; gava em ji hev veqetiyan

bûbûn beşek ji heyeta me.

Muzexaneya Kobanê hem dijwariyaBerxwedana Kobanê nîşan dida û hem jî liher deverê serpêhatiyeke bê gotin hebû.Weke vê maşîna DAIŞ´ê ya hatî bêbandorkirin. Liser lewhayan jî navên şehîdên qehreman hene.

Gava mamosteya Zanîngeha Rojava Xecê behsa sîstema xwe

dikir, endamên heyetê hemû hem hewl didan sîstemê fêm

bikin û hem jî zehmetiyên zanîngeha nû û alternatîf.

Page 9: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

9

Herdu karker ji bopirtûkxaneya li Kobanêpeyker û qalibên mer-

mer amade dikin. Pirtûkxaneencama karekî kolektîf e, ûpiştî ku bi dawî bû pêdiviyawê, wê ji seranserê Rojava,Kurdistan û her deveradinyayê bi pirtûkan hebe.Wan jî ji me xwest em vêdaxwaza wan ragihînin.

Zanîngeha Kobanê em ji dil û can tevî xwendekarên xwehewandin û hembêz kirin.

Gelek endamên heyeta me lizanîngeha Rojava hin ders dan.Luqman Guldivê jî ji xwendekarên

Zanîngeha Rojava fêr dibe ka çawa mirovdikare zanînê hilberîne û parve bike.

Piştî hevdîtina bi Kongreya Star re FozaYûsiv bi me re peyivî.

Endama Heyeta Perwerdeyê, Beth Laberge a ku wênegireke belgekir e,ev wêne di dema serdana ji 8 ta 19´ê Hezîranê de girtin.

Page 10: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

Dema tu zarokekî dibînî, gelo çi tê bîra te?Ê min, zaroktiya min tê ber çavên min.Xweza, hevaltî û dapîra min jî… Ha te dît,

deng û xeyalên çîrok û meselokên dapîr û bapîranji zemanekî dûr û kûr te kişand ba xwe. Dema keh-rebe qut dibû, me kêf dikir, ji ber ku li ber tîrêjênlempeya gazê êdî tu di hembêza aramiyeke germde bûyî…

Yanî zarok him xeyalên paşerojê tînin bîra mirov,him jî dîrok û bibîranînên nayên jibîrkirinê ne. Za-roktî ne tenê ev e jî. Ken e, lîstikên kolanan in. Di vêkêliyê de ku dinivîsim, dengê zarokên cîranan tê jiderve. Hinekan qîr dikin, hinek banî ”yadê” dikin.Zaroktî zêde zêde bangkirina “yadê, mama” ye…Geş dibim ji dengê zarokan. Ji nişka ve tirsek di-keve dilê min; heger ev deng nebe? Şikir ku ezdengê zarokan dibihîzim. Ez kêfxweş im û gelekcaran matmayî dimînim zarokên me hê dev ji lîsti-kên xwe bernedane. Çima matmayî dimînim?Ewqas şixûlandina telefonan heye, şer û pevçûnheye, lê dîsa jî zarokan dev ji lîstokên kolanan ber-nedaye. Kêfxweş im ku zarokên me yên li Rojavahê jî li kolanan, li ber deriyan têne gel hevdû û dilî-zin. Kolanên bajarên me ne bêdeng in. Li her ziv-randina kolanekê tu wê komek zarok bibînî. Çixweş e! Heger hûn li zimanê wan guhdarî bikinhûnê heyranê wan bimînin; Kurdiyek çi xweş ûşêrin dişitexilin.

Çîrok li ku dibistan li ku!Zarokên ku dizanin bilîzin, gelo ew ê bi çîrokan jî

zanibin? Meraq û pirsên min zêde dibin. Gelo zaro-kên me bi çîrokan dizanin? Ji kî bihîstîne, dapîr ûbapîrên me hê behsa çîrokan dikin? Gelo li dibista-

nan çîrok têne fêrkirin? Zarok ji çîrokan hez dikin? Ji bo em bersivên van sualên xwe bidin ya herî

baş em xwe nêzîkê zarokan bikin yan em wan vex-wînin nav mala xwe.

Li kêleka çemê Dîcle cih û warê kaniyan li Dêrikême xwest ji bo zarokên şêrîn roja çîrokan çêkin. LiNavenda Lêkolînên Jineolojî hefteyê rojekê, me za-rokên dibistanên seretayî li mala xwe kirin mêvan.Her hefte ji dibistanekê sefekî zarokan li cem mekom bû. Hinek jê rojên zivistanê, di bin baranê bişilpe şilpa lingên xwe yê biçûk ketin pey mamoste-yên xwe û meşiyan, hatin. Li dora sobeya mazotêrûniştin, çavên xwe yî bi meraq li ser me gerandinû bi şermokî bi kêlekên hev ve zeliqîn û rûniştin. Fi-hêtkirina wan wek şembelîlka ber tava biharê hêdîhêdî, hûrik hûrik heliya û wa me dît xwîna wan ke-liya.

Ji bo em bi zarokan re rojeke xweş derbaz bikin,balan wan bikşînin ser çîrokan û ka bibînin di serêxwe de çîrokan çawa xeyal dikin, çawa fêm dikin,me li çîrokên bi dîmen yên klasîk û yên gelerî bihev re temaşe kir. Carinan jî wan ji dayikên me yênçîrokbêj guhdarî li çîrokan kir. Û pişre jî wan çîrokşirove kirin. Me xwest em bîreweriya wan, zanînawan, rêbazên fêmkirina wanan, hevaltiya wan, xe-yalên wan û elimandinên wanan ji nêzîk ve bişopî-nin. Me her wiha xwest ev civîn, ev çavbihevketinbibe perwerdeyek, bibe şahiyek, bibe parvekiri-neke komî.

Zimanê zarokan safîtir eDi vê parvekirinê de gelek keç û lawên me yên

çîrokbêj jî derketin holê, li me û mamosteyên xwediyar bûn. Çîrokên Şengê û Pengê, Zêrka Zêra,Çûko, Libhinarê, Çêleka Zer, ji yên herî belav û nas-kirî bûn. Bi Kurdiyeke heremî û safî çîrok dihatingotin. Me dît ku zimanê dayikê li cem zarokan safî-tir e ji yê li cem mezinan.

Tiştekî din jî heye ku cihê kêfxweşiyê ye. Dibe kunifşê herî bi şens niha li rojava, ew zarokên me bin,yên ku îro li vir bi zimanê dayikê dest bi dibistanênxwe kirine. Em ji bîr nekin ku her sal bi milyonanzarokên Kurdan nikarin bi zimanê xwe xwendinaxwe bikin.

Rêbazê fêmkirina zarokan, kir ku em bifikirin, bihi-zirin û mitaleyan bikin. Zimanekî çîrokî, helbestî, bigotin û meselokan zêdetir tê fêmkirin û di hişêwanan de xweş cîh digire. Tenê ne ev, ya herî girîngew e ku çavkaniya xeyalkirinê xurt dike, zîndî dihêle.Bi vî şiklî zarok zêdetir xûlikkar û bi meziyet in. Axaf-tin û hereketên wanan zêdetir serbest in. Zêdetirhêza xwe dişixûlînin û dibin yên xwe.

10

◗ Di vê parvekirinê degelek keç û lawênme yên çîrokbêj jîderketin holê, li meû mamosteyên xwediyar bûn. ÇîrokênŞengê û Pengê,Zêrka Zêra, Çûko,Libhinarê, ÇêlekaZer, ji yên herî belavû naskirî bûn. Bi Kur-diyeke heremî û safîçîrok dihatin gotin.Me dît ku zimanêdayikê li cem zaro-kan safîtir e ji yê licem mezinan.

LEYLA EBDO▼

◗ Ji encama projeya çîrokan ez bidestsivikî bibêjim, çîrok, lîstik,helbest, stran serketina zarokandi dersan de wê zêdetir bikin.Şêwazên dibistanan û rêbazênfêrkirina mamosteyan çiqasînêzîktirê xweza û jiyanê bin, ewê ewqasî pêşiya şexsiyetên xû-likkar û azad veke.

Page 11: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

11

◗ Rêbazê fêmkirina zarokan, kir ku em bifikirin, bihizirin û mitale-yan bikin. Zimanekî çîrokî, helbestî, bi gotin û meselokan zê-detir tê fêmkirin û di hişê wanan de xweş cîh digire. Çavkaniyaxeyalkirinê xurt dike, zîndî dihêle. Bi vî şiklî zarok zêdetir xûlik-kar in. Axaftin û hereketên wanan zêdetir serbest in. Zêdetirhêza xwe dişixûlînin û dibin yên xwe.

Dibistan û mamoste divê nêzîkî xweza û jiyanê binZimanê pirtukî yê bê şirove; zanîneke zuha û jiber-

kirî dide avakirin. Hinek zarok hebûn, mamosteyênwanan şaş diman. Wan digot, “şagirtên me yên herîlawaz niha li vir, di roja çîrokan de weke yên herî zîrekderketin meydanê!”. Şagirtên “lawaz” piştî ku me li çî-rokan temaşe dikir yan jî guhdarî dikir, herî zû û bilezwan destê xwe radikir. Divê em li vir kumê xwe deyninber xwe û baş bifikirin! Gelo di pergala perwerdeyêde, di rêbazên fêrkirinê de em çi şaşîtiyan dikin? Tenêne şaşîtî, gelo em bê hemdî xwe, bêyî ku pê zanibin,zextekê çênakin li ser aqil û xwezaya zarokan?

Ji encama projeya çîrokan ez bi destsivikî bibêjim,çîrok, lîstik, helbest, stran serketina zarokan di dersande wê zêdetir bikin. Şêwazên dibistanan û rêbazênfêrkirina mamosteyan çiqasî nêzîktirê xweza û jiyanêbin, ew ê ewqasî pêşiya şexsiyetên xûlikkar û azadveke.

Di perwerdeya li dibistanê me de derfetên guherti-nan gelek in. Ev şensekî pirr xweş e. Niha dibistanênme ji nihêrîn û piştgiriyên ji derve re ne girtî ne. Bere-vajî vê, ji fikrê nû re deriyê wan heta dawî vekiriye, de-riyê wan li piştê ye ji fikrên nû re. Deriyê dibistanênme ne hişk in, ne sar in… Heger em biçin û bixwazinkarên hevbeş bikin, ew jî kêfxweş dibin. Piştî ku meparvekirina li ser çîrokan çêkir, ew jî dixwazin bi na-venda me ya jineolojiyê re rêbazên zanistî ango jineo-lojiyê bi pêş bixînin.

Zarok zû li zimanê pîran dibaninPirr zelal e ku pergala fêrkirinê û beşên zanistî yên

di nava mufredata li dibistanan de weke ders hene,divê bi zimanê jiyanê, çîrokî yan bi ahengeke helbestî,stranî bên dayîn, pergal wisa bê meşandin. Di xwe-zaya civaka me de ziman ji xwe wilo herikiye. Û me dîtku ev ziman hê neheliyaye. Nexasim jî dema me zarokû dayikên çîrokbêj anîn gel hev, zarok di cîh de bi wîzimanî re bûn yek, geş bûn û zûzûka ew girtin. Herwiha ev şêwaz meraqê ava dike, dixe nav lêgerînekê,tevgerekê.

Di rêbazên fêrkirin û fêmkirinê de girêdanekeqedîm heye di navbera zarok û pîran de. Zanebûna ci-vakê, mêjûyê civakê bi hebûna dapîr û bapîrên me, bizimanê wan ê çîrokî, meselokî dihat belavkirin. Lê mi-xabin her diçe ev girêdan lawaz dibe di nava civakênme yên li Rojhilata Navîn de.

Pê re girêdayî em dixwazin rêbazekê bi pêş bixînin.Bi rêya van xebatan zanîn û fêrkirina kevnar (gelerî, jirêûresma…) û zanînên roja me bînin gel hev ka em êçi bibînin û gelo sentezek xwezayî ava bibe? Em digera vê rêbazê de ne.

Şêwazê perwerdeya jiyanî hessasiyetên zêhnî zêde-tir dike. Hessasiyetên zêhnî jî bi awayên cihê balê diki-şîne, elaqeyê ava dike. Xeyalkirin jî xisletên her zarokêderdixe holê. Zaork gava çîrokekê dibihîzin, her yek jiwan bi rengên cuda, di xeyalê xwe de wê çîrokê zindîdike. Rengê çûkekî dibe hezar reng.

Page 12: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

12

Ji bo gelekan ji me mufre-data perwerdeyê û da-beşkirina zanistê li

dîsîplînên cihê, jixwe heye, he-bûye û wê hebe bi rengê xweyê heyî. Yanî belkî navê dersanû şêweyê dabeşkirinê biguhere,lê mufredata perwerdeyê birengê em dizanin heye û wêhebe. Û pê re jî li gorî hemanmantiqî, dîsîplînên zanistî -di vê behsê de bi vê go-tinê em qala dîsîplînên zanistên civakî dikin- jî dibeku biguherin, nav û naverokên wan biguherin, lêhene û wê hebin. Me weke heyeteke zanyaran kuşikeke giran ji vê yekê dibe, berê xwe da Rojava jibo ku li ser derfetên diyarkirina ”mufredateke ger-dûnî” û ”zanisteke parçenekirî” - belkî jî ”zanînekeparçenekirî” bihizirin, minaqeşe bikin û li Rojava bi-bînin ka li wir ji vî derdî re li çi dermanan digerin ûçi ilacan tetbîq dikin. Em komeke ji 18 kesan bûn ûpirraniya me elaqeya wan bi antropolojiyê rehebû, lê ji qewlê Profesor Andrej Drubacic ve wanjî pirsa ka bi rastî ez antropolog im jixwe dikir.Gerçî wî bersiv jî dabû, û digot, ji ber ku ez bawerdikim, divê tiştekî mîna antropolojiyê -weke dîsîp-lîna zanistî - nebe, ew ne antropolog e.

Li vir em ê bi meseleya zanîna di nava çerxên za-nistê de hilberandî de û pirsgirêkên wê bi xwenekin. Yanî ne ku em pê nizanin, meseleya dîsîplî-

nan di nava sîstema hilberîna zanînê ya lizanîngehên sîstema heyî ya global de jî têminaqeşekirin. Yanî em ê li vir bi pirsa dî-sîplînan û navdîsîplînbûna gelek beşên lê-kolînên zanistî danekevin ka çawanavdîsîplînbûn dîsîplînan dikare ji holêrake yan na. Em li vir bi pirsgirêkeke cidîtirdadikevin û ew jî bi parçekirina zanistê ûpê re jî hilberîna zanînê ya bi vî halê par-çekirî ye ku me û civakên me dûrî heqî-

qetê dike. Gava em behsa heqîqetê jî dikin, embehsa heqîqeteke civakî dikin jixwe. Li vir, ev dûr-xistina heqîqetê dikare weke parçekirina zanistê ûpê re jî amûrkirina zanîna tê hilberandin di xizmetadesthilatê de bê fêmkirin. Bi şêweyê herî şênber evdesthilat dewlet xuya be jî, ji wê û wêde, em behsatehekum û qewîmkirina vê tehekumê ya modernî-teya kapîtalîst dikin. Ocalan gava îşaret bi lêgerînali heqîqetê dike, mekanê wê û çarenûsa wê di navavê tehekuma modernîteya kapîtalîst de wiha terîfdike: ”Lêgerîna li heqîqetê navê wê lîstikê ye ku disêgoşeya sermaye-zanist-desthilatê de şênberdibe û em dikarin wê weke ‘şirket’ jî bi nav bikin. Liderveyî vê lîstikê her lêgerîna li heqîqetê yan dij-minê sîstemê ye, yan tê tinekirin yan jî hewl didinwê bikişînin nava sîstemê û bihelînin.”

Parçekirina bihevrebûna zanistê û maneya wêSedema vê tesbîtê ew e ku di vê sêgoşeyê de za-

nînên zanistî di jiyana kar de tên bikaranîn, en-cama wê tesîr û berdariya derdikeve holê jî hemdesthilata hêzên hilberîner zêde dike, hem jî cihêçerxa rêveberiyê ya ser bi sermayeyê di nava rêxis-tina sîstemê de qehîm dike. Zanista li jor behsa wêkirî jî bi kêra şirketên mezin û sermayeya xwediyêwan, lê her wiha bi kêra desthilata dewletan jî tê.Lê ev çawa dibe? Yanî zanist û hilberîna zanînêçawa dikeve xizmeta wan hêzên li dijî civakêbixwe? Wisa diyar e, yek ji gavên sereke ya ku ka-riye vê bike, bi zêde parçekirina zanistê bi rêya dî-sîplînan parçekirina hevgirtina zanistê ya navxweyîû parçekirina hêza wê ya maneyê bûye. Em çimavê dibêjin, ji ber ku zanisteke bi vî rengî pirr hêsanîbi desthilatê ve tê girêdan; ew hêza wê ya civakî-bûnê û heqîqeta civakî êdî parçekirî ye û têkiliyaxwe ya bi bitûnê re jî ji dest dide. Ev aliyekî mese-leyê ye, lê aliyê din jî ew e ku zanisteke zêde li dî-sîplînan parçekirî vediguhere teknolojiyê. Teknolojîbi serê xwe ne xirab e, lê di nava sîstema heyî yadesthilatê û têkiliyên wê yên di nava çerxa rêvebe-riyê de bazar û kar du têgeh in ku dikarin gelek ”biserê xwe ne xiraban” veguherînin kara madî. Wextaev diqewime jî armanca sereke ya zanînê nabenaskirina maneya jiyanê, yan jî gerîna li heqîqetê,berevajî dibe bidestanîna kara madî ku jehr e ji ci-vakê re. Çawa ku Ocalan dibêje, ”tifaqa nû ya mo-dernîteyê êdî zanist-desthilat-pere (sermaye) ye”(Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk).

◗ Teknolojî bi serê xwe ne xirab e, lê di nava sîstema heyî ya desthilatê û têkiliyên wê yên di nava çerxa rêveberiyê de bazar ûkar du têgeh in ku dikarin gelek ”bi serê xwe ne xiraban” veguherînin kara madî. Wexta ev diqewime jî armanca sereke yazanînê nabe naskirina maneya jiyanê, yan jî gerîna li heqîqetê, berevajî dibe bidestanîna kara madî ku jehr e ji civakê re.

LUQMAN GULDIVÊ

Page 13: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

13

Ev tifaq, kirinên wê û desthilatdariya wê ji gelekaliyan ve bi berxwedanê re tê rûbirûyî hev. Di mey-dana zanistê de jî em serêşandina li ser rêyên avaki-rina zanisteke alternatîf re dibînin. Ji gelek dîsîplînanzanyar, xwendekar jî serê xwe bi rêyên dawîanîna li ti-faqa behsa wê kirî, yan jî zanisteke alternatîf a li der-veyî vê tifaqê digerin. Ji ber ku parçekirina zêde birêya dîsîplînan (nexasim di sedsala 19’an de), zanist,bitûniya wê ya maneyê û heqîqeta wê qels kirine, lidermanê vê jî tê gerîn. Çawa ku heyeta me ya ji 18kesan a ji zanyar û namzetên zanyariyê, bi serdanaxwe ya gelek sazî û dezgehên Şoreşa Rojava xwestbike. Ji nêz ve elaqedarî vê meseleyê, gelekan ji meserê xwe bi mufredateke gerdûnî jî diêşand. Di vanherdu mijaran de jî di nava endamên komê de hizi-reke giştî weke konsensusekê xwe da der: hîyerarşiyadi navbera zanînên cihê, ya di navbera awayên cihêya hilberîna zanînê û awayên cihê ya veguhestina za-nînê de bi dewreke muhim radibe di amûrkirina za-nînê û dûrkirina wê ji heqîqetê de.

Zanîngehek bi zêhnekî nûHeyeta me gava pêşî bi mamoste û rêveberiya Za-

nîngeha Rojava re rûnişt, zû pê hisiya ku ew ê gelektiştan jê fêr bibe. Helbet gelekan ji me wê ders jî bi-dana li holên vê zanîngehê, lê bi ”hevserokên” rêve-beriya zanîngehê rengê cihê yê zanîngehê xwe didader. Gelek pirsgiêkên wê hebûn, weke peydekirinamamosteyan, organîzekirina mekan û wekî din. Lê bizêhniyeteke nû destpêkirin û xwedana ber vî barî, biserê xwe nûbûnek bû. Sedema hebûna zanîngehêyekser pêdiviyên civakê bi xwe ne, yanî zanîngeh xwebi çîn, pêdiviyên desthilatê, yan jî mîta akademiyêrewa nake. Li şûna wê bi gotinên mamosteya Kir-manckiyê, Xecê, ji bo ku zanîn û hilberîna wê ji civakêqut nebe, we daye ser vê rêyê. Banga wê ya, werin ûbeşdarî vê tecrûbeya nû bibin û wê dewlemend bikinjî bila deynekî di stûyê min de be ku bi nivîseke din ezpê bêhtir dakevim.

Li Kobanê jî zanîngeha bajêr bi armanca ku bibebersiv ji pêdiviya ciwanan û derçûyiyên amadehiyêhatiye avakirin. Piçûk û mutewazî ye, lê di mijara biyo-lojiya jenetîk de jî diyar e wê li Rojava bi beşdariyaxwebexşên ji beşên din ên Kurdistanê bibe naven-deke pêşeng. Ji ezmûn û neqandinê û wê de felsefeyahilberîn û parvekirina zanînê bixwe bû ya ku hevsero-kên zanîngehê û mamosteyên wê tevî xwendekaranji me re pirrcarî dikir. Ev pirrcarîkirin jî tevî gelek kêmû kurtiyan îşaret bi hewldanên akademiyeke nû bizêhniyeteke nû dike. Lê li ber wan jî pirsa dîsîplînanweke li ber me disekine. Li vir ez hema navê wankêmî û kurtiyan bikim, belkî hinek karibin ji bo jiholê-rakirina wan bibin alîkar. Li herdu zanîngehan jî pir-tûkxane meseleya herî cidî ye. Yanî li pirtûkxaneyênherdu zanîngehan jî pêdivî gelekî bi kitêban heye, çibi Kurmancî û Erebî, çi jî bi Ingilîzî û Fransî.

Ji dehan ber bi sedan vemufredata demokratîk ji bo dibistananMeseleya dîsîplînên zanistê ne tenê di asta akade-

miyê de, di asta dibistanan de jî di çêkirina mufreda-teke nû de xwe dide der. Yanî rêveberiya ku destpêkêbi çend kesan hewl dida, pêdiviya mufredateke nû bicih bîne, niha di nava xwe de tenê li Herêma Cizîrê bisedan mamosteyî dihewîne. Em jî weke heyet çûn ser-dana wan.

Ew serê xwe li ser dersan, awa, naverok û materyalêndersan diêşînin. Yanî naverokeke ji nijadperestî şuştî,azadiya gelan, civakan derdixe pêş, hevjiyana azad didenasîn û teşwîq dike, azadiya jinê û ekolojî hîmên wê binne tenê mijareke siyasî ye, lê mijareke perwerdeyê bixwe ye. Heta niha heta sinifên 9´an materyal bi awayekîgiştî hatine amadekirin û ji bo herdu sinifên dawî yênamdehiyê jî bi lez û bez materyal tên amadekirin.

Bi awayê xwe yê li jor, ne tenê naveroka dersan de-mokratîk e, hewldanên avakirina mufredateke nû dinava saziyên heyî de jî divê bi beşdarkirina nava çêki-rina materyalan û diyarkirina mufredatê pêk bê. Me dicivîna xwe de mînakeke vê ya balkêş dît. Di nava xebat-karan de nûnerên Kurd, Ereb û Suryaniyan hene ku zi-manên cihê bi kar tînin, di heman demê de nûnerêndiyanetên cihê jî di nava vî karî de hene. Di dema civînêde mamosteyê ku li ser navê Ereban beşdarî civînêbûbû, ji bo ku li derveyî minaqeşeyan nemîne, hevalekîwî yê Kurd li cem rûnişt û wergêr jê re kir. Tevahiya ci-vînê, vê yekê wisa dewam kir. Gava me lê pirsî ka civî-nên wan bi xwe çawa dibin, em fêrbûn ku ji bomisogerkirina jihevfêmkirinê komîteyeke wergerêheye ku beşdariya herkesî misoger dike.

Pirsgirêka sereke ya mufredateke nû û naverokekenû, misogerkirina pirrengiya civakê di nava mufredatêye. Ev yek lê belê divê ne tenê di birêveçûna diyarkirinanaverokê de hebe, her wiha di nava naverokên zima-nên cihê de jî. Di dema minaqeşeyan de em lê hayilbûn ku ev yek jî ne ewqasî besît e. Mesela dema nave-roka dersa dîrokê tê amadekirin, ne tenê neteweperes-tiya berê ya Baesê divê bê beralîkirin, lêneteweperestiyên Ereb, Kurd û Suryanî jî. Tevî wê dî-roka ”yên din” û dîroka berxwedanê jî mijarên girîngin ku di nava materyalên dîrokê de bi îhtîmam bê bi-cihkirin. Meseleya ”pêkhateyan” bi hemû rengên xwe

yên neteweyî, qewmî, dînî û wekî din tevahiya pêkha-teyên civakî, ji jin, zarok û yên din wê çawa di nava vanhewldanên avakirina mufredateke nû de bi awayekîdemokratîk xwe di nava vê mufredatê de bibînin, wêserketîbûna van xebatan diyar bike. Niha yek ji dersênli mufredata amedehiyê (lîse) hatiye zêdekirin Jineolojîye û serketîbûna wê, wê ji bo saziyên mufredatê û sîs-tema dibistanan wê teşwîqker be.

Beşdarkirina herkesî ya nav perwerdeyêLi jor min bi zanîn zarok jî weke pêkhateyeke civakî

bi nav kir. Ne ku ez ê niha bi kite kitên xisletên wan dak-evim, lê bi ya min jinûvehizirîna li perwerdeyê lazim e.Ev jinûvehizirîn divê wê dubendbûna di navbera ”ma-moste” û ”xwendekar/şagirt” de weke berê hişk ne-bîne. Projeyeke besît, lê pirr bi kêrhatî ya li Dêrikê ji boez ya dilê xwe bibêjim wê pirr alîkar be. Ev proje ya Na-venda Lêkolînên Jineolojiyê ya li Dêrikê ye. Li sinifekê,zaroka herî bê deng û qet beşdarî dersê nabe, gelopirsgirêk e, yan ew sîstema ku wê zarokê bêdeng dikeû beşdar nake? Di encama vê projeyê de ji dibistanênDêrikê zarok hatine vexwendin û ji wan re çîrok hatinegotin. Ya derketî holê jî ev e; zarokên herî bê deng didersan de di çîrokbêjiyê de yên herî degel û jêhatî bûn.Di çarçoveya projeyê de çîrokbêj hatine diyarkirin, wanji zarokan re çîrok gotine, û paşê jî zarok bi xwe hatineteşwîqkirin da ku çîrokan bibêjin. Û behremendiya wanzarokan jî xwe daye der. Li vir bi ya min du tiştên ku sîs-tema dibistanan û saziyên mufredatê dikarin serê xwepê biêşînin, derdikevin holê: Yek jê ew e ku dersên dimufredatê de ne illeh yên herî lazim û teşwîqker in jibo behremendiyên zarokan, ji ber wê jî qayîşokîbûnamufredatê wê erênî be; ya din jî sîstem divê xeteke hişkdi navbera kesê fêr dike û kesê fêr dibe de nekişîne,yanî mamoste dikare carinan bibe şagirt û şagirt bibemamoste.

Di dawiyê de ji bo pêşxistina hevkariya akademiyekedemokratîktir di navbera Înstîtuya Lêkolînên Întegral aSan Francisco (CIIS-San Francisco) û Zanîngeha Rojavade peymana hevkariyê hat mohrkirin. Ev hevkarî wêserê xwe bi awayên muhtemel ên mufredateke ger-dûnî û zanisteke demokratîk biêşîne. Lê ez li zarokênçîrokbêj ên li Dêrikê vegerim û bipirsim li şûna encamû bersivekê; Ma ji çîrokbêjan çêtir mamoste hene!

◗ Di encama projeya çîrokan bi yamin dersên di mufredatê de neilleh yên herî lazim û teşwîqker in jibo behremendiyên zarokan, ji berwê jî qayîşokîbûna mufredatê wêerênî be; ya din jî sîstem divê xe-teke hişk di navbera kesê fêr dikeû kesê fêr dibe de nekişîne, yanîmamoste dikare carinan bibe şa-girt û şagirt bibe mamoste.

Page 14: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

14

Zimanê ku pîvanên wî di ferheng û yasayênnivîskî de bi awayekî bi rêkûpêk hatibe tes-bîtkirin, di warê perwerdehî, qanûn, çape-

menî û danûstandinên hukumî de tê bikaranîn û dialiyê axêveran de dewlemend û ne yê herêmeke tenêbe, jê re zimanê standard tê gotin. Yanî zimanê bipîvan.

Di nava herêmên welatan de li kîjan herêmê dialiyê hêz, danûstandinên hukumî, bazirganî û di warêragihandin-medyayê de zêdebûna hêzê û axêveranhebe, şêwezar an jî zimanê wê herêmê dibe zimanêstandard ê wî welatî û bi esasgirtina şêweyê axêverênwê herêmê pîvanên giştî yên zimanê standard tên di-yarkirin û nivîsandin.

Bo nimûne: Ji ber ku li Libnan, Misir û Siûdiyê hêz,bazar, bazirganî û danûstandina derve û hundir ji we-latên din ên Ereban cuda û pêşketîtir bûn, di navaEreban de zimanê herî bedew ê Ereban ew tên qe-bûlkirin, tevî ku her dewletekê li gorî xwe zimanekîxwe yê standard heye jî. Dîsan heger em lêbikolin, zi-manê Tirkan ê standard şêwezar-devoka Stenbolê ye.Sedema wê jî ji serdema Osmaniyan ta roja me, yek jênavendîbûn-mezinahiya Stenbolê, ya din jî di warêdanûstandinên navxweyî û derve de, tim Stenbolbûye qela-navendeke bê hempa ya împaretorî ûdewleta Tirk. Ji ber vê hêza mezinbûn û dewlemen-diya axêveran a bê hempa Stenbolê mohra xwe listandardbûna zimanê Tirkî xistiye.

Taybetiyên Zimanê StandardZimanê standard an jî zimanê hatî standardkirin;

ew ziman e ku xwe dispêre diyalêkt/idyom an jî devo-keke diyar û bi giştî zimanvan, perwerdekar, wêjevan,rewşenbîr, rojnamevanan û bi taybetî saziyên fermî biyasa û ferhenga ziman hatî pesendkirin û giştî jî wî zi-manî bi kar tîne; hingê taybetiyên zimanê standard(zimanê bi pîvan) tê gotin. Yanî zimanê ku bêhtirêxwe di daîreyên fermî yên dewletan, rêveberiyan detê bikaranîn e. Ew ziman e ku pirraniya zanyar, hel-bestvan, romannivîs û yên din pê berhemên xwe di-nivîsin.

Standarbûna Zimanê Kurdî Gelo ta çi astê zimanê Kurdî bûye zimanekî stan-

dard an ber bi standarbûnê ve diçe? Ji bo ti girêkor di serwextbûna mijarê de nemîne,

beriya ku bersiva pirsa li jor bê dayîn, pêwîst e ku ber-siva pirsa "zimanek çawa dibe zimanê standard?" bêdayîn.

Di nava hemû gelan, hemû welatan û hemû rêve-berî an jî desthilatdariyan de zimanek hema ji xwe venabe zimanê standard û standardbûn çênabe. Ji bostandardbûna zimanan a ku tê xwestin çêbe, pêwîstîbi saziyekê, bi hêza avakirin û parastina ziman heye. Ûher bi vê ve girêdayî ji bo zimanekî akademîk, pirr-wate û bi hêz ava bibe, divê ev saziya behs li serê,kesên şareza û zimanvan bihewîne; rê li pispor û şare-zayên ziman veke, derfetan bide wan. Ji ber ku ewhosteyên avakirên wateyê û mayîndekirin dîwarênqehîm ên ziman in.

Û divê ev saziya ziman berpirsyar be ji hemû gu-hertin û pîvanên ziman re, him di warê ferhengsazî(leksîkolojiyê) him jî di warê rêziman, dengsazî, peyv-sazî û hevoksaziyê de. Li gorî vê pêwîst e ku bêyî des-tûra vê saziyê ango saziya ziman ti çapxane peyvênku ji aliyê wê ve nehatin erêkirin, çap neke. Hegerbêyî destûra saziya navbirî awayê peyvê û pîvan ligorî şexsan hatin çapkirin, divê ew sazî bi awayekî qa-

nûnî dozê li wê çapxaneyê vekeû ceza lê bê birrîn. Nexwe, hegersaziyek wisa di asta jor de çê-nebe, wê standardbûna ZimanêKurdî demeke dirêj bajo.

Vêca em werin ser bersivapirsa xwe ya li jor: Gelo ta çi astêzimanê Kurdî bûye zimanekîstandard an ber bi standard-bûnê ve diçe?

Mirov dikare bibêje, zimanêKurdî di warê nivîskî de heta as-tekê ber bi standardbûnê ve diçe. Lê ne yekstandard-bûn, cotstandardbûn. Ew jî ku mirov bi awayekîzanistî lê binihêre, zaravayên di vî warî de serîhildayînû hewl didin xwe bigehînin standardbûnê, zaravayênKurmancî û Soranî ne. Lê yek jî negihiştiye standard-bûna bi dilê xwediyên projeyê. Erê zaravayê Soranî jizaravayê Kurmancî gelekî zêdetir xwe di warê nivîskîû axaftinê de daye avakirin, lê di pîvan û avakirinapeyv-ferhengsaziyê de hîna pirr standardnebûn xwetê de dide der.

Kurt û Kurmancî; ji bo ev pirsgirêka standardbûnêçareser bibe û yekstandard an jî cotstandarbûna zi-manê Kurdî çêbe, berpirsiyariyeke mezin ji Saziya Zi-manê Kurdî tê xwestin.

Bo nimûne çend xal ji berpirsyariyên saziya zimanêKurdî ku saziyek birûmet a pispor, şareza û zimanva-nan e:

● Divê dahênerî û yasayên zimanê Kurdî ji aliyê sa-ziyê ve bên diyarkirin, ev erk di destê şexsan de ne-mîne.

● Nabe qanûn rê pê bide ku çend saziyên zimanhema wisa hebin an jî bên avakirin. Heger zimanêKurdî yekstandard be, divê tenê yek Saziya ZimanêKurdî hebe. Cotstandard be (Kurmancî û Soranî be)wê çaxê divê tenê du Saziyên Zimanê Kurdî hebin.

● Ji derveyî erêkirina vê Saziya Ziman, nabe ti kespeyvek, navlêkirineke li gorî kêfa dilê xwe çêkirî têxenava ferhenga Kurdî. Li gorî vê, kesek an jî kesên liderveyî saziyê, di aliyê rêziman, avakirina peyveke nûû navlêkirinan de bi ziman ve xerîk dibin, divê rê jê rebê dayîn ku hizrên xwe bi awayekî fermî pêşkêşî dî-tina pispor, şareza û zimanvanên vê saziyê bikin. Ligorî erêkirina vê saziyê bi qedrê wan hizran bê zanîn,ew bên erê an jî nakirin.

● Dîsan di ABC´ya Kurdî de kîjan deng tên bi kara-nîn û kîjan nabe bên bikaranîn, divê sazî bi awayekîfermî diyar bike.

● Her wiha di warê navlêkirina peyvan, tiştan û tê-gehan de bi egera ku têkevin nav zimanê çapê, divênavlêkirinên bi vî awayî yên ku guman li ser hene jialiyê saziyê ve werin zelalkirin û navlêkirina ku ji aliyêsaziyê ve hatî erêkirin, bi awayekî fermî di mal-

per û alavên wan ên ragihandinê de werin belavkirin.Ango çawa şaredarî ji avahiyan, sazûmaniya mal û bî-nayan, paqijiya kuçe û kolanan berpirs e, saziya zimanjî bi her awayî ji paqijî û avakirina ziman berpirsyaragiştî ya yasayî ye.

Ji bo vî xisûsî çend nimûneyên xuyayî: ● Hinek dinivîsin lêker, hinek dinivîsin kar, hinek di-

nivîsin kirin, hinek fê´l … ● Omer, Emer, Umer. ● Elî - Alî - 'Elî ● Mesûd - Mes'ud - Mesiûd ● Se'îd - Seîd… ● Seet, siet, saet û wekî din… Pêwîst e ku yek ji van nav û navlêkirinan ji aliyê sa-

ziyê ve were hilbijartin û bi giştî ew awayê nav û nav-lêkirinê mîna qanûna ku nabe biguhere di warênivîsandinê de bê bikaranîn.

Mijara şêwezar û devokanBi giştî ev xisûsên di vê mijarê de bêguman dema

têkevin zimanê çapê, divê di warê nivîskî de li berçavan bên girtin. Nexwe na, di warê devkî de bêgu-man divê herkes li gor şêwezar, devok û fonotîka xwebide û bistîne.

Mebest ji zimanê standard divê ne kuştina zarava-yan be; zarava weke dewlemendî dikarin li herêmênxwe di warê perwerdehiyê de werin parastin û dew-lemendkirin. Û bi vî awayî li ser bingehê zaravayekê, jizaravayên din sûd tê girtin û zimanê giştî yê standardan jî cotstandard tê avakirin.

Li ser standardbûna Kurmanciyê serêşandinek

MİROV dikare bibêje,zimanê Kurdî di warênivîskî de heta astekêber bi standardbûnê

ve diçe. Lê ne yekstan-dardbûn, cotstandard-bûn. Ew jî ku mirov biawayekî zanistî lê bini-hêre, zaravayên di vîwarî de serîhildayîn ûhewl didin xwe bige-hînin standardbûnê,

zaravayên Kurmancî ûSoranî ne.

Bedran PENABER*▼

* Serokê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojava ye.

Page 15: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

15

Di encama têkoşîna me ya çil salî de bingehû potansiyeleke pirr xurt çêbû û ji bo tê-koşîna azadiya jinan jî ev dibe bingeh.

Berê derfetên têkoşînê nebûn, lê belê bi derketinaSerokatiyê re pêşiya şoreşa jinan vebû, bi berdêlênpirr mezin bandoreke mezin li civakê bû. Bi vê têko-şînê re kêm be jî zanist, hûner, îrade bi pêş ket û wekjinên azad gelek tişt hatin îsbat kirin, nihêrîn guherî jiber vê, di bingeha têkoşîna me de potansiyeleke xurthat afirandin, ji bona jinê zemîna azadî û têkoşînêçêbû û bêguman di encamê de gihîştin asta niha.Wek tevgera jinê pêşengiya şoreşa jinê tê kirin. Sed-sala 21´ê sedsala şoreşa jinê ye û wê bibe sedsala te-vahiya jinan; ev jî bi awayeke eşkere li holê ye.

Zanistên pozîtîvîst di şexsê kapîtalîzmê de pergalazilamê desthiladar hîna xurttir kir û jin hat kolekirin jiber wê, di zanistên pozîtîvîst de zayendperestî li pêş eji ber ku pergala desthiladariyê xurt dike asta koletiyajinan jî kûr dike. Di sedsala 21´ê de Serokatiyê zanistapozîtîvîst rexne kir, di Sosyolojiya Azadiyê de jî li şûnawê got “Jineolojî”

jiyan yekser bi jinê re têkîldar e Serokatî digot; “Sedsala 21´ê wê bibe sedsala

jinan.” Di sedsala niha de pergala kapîtalîzmê serdeste lê belê di rewşa heyî de pergala serdest a zilamango şaristaniya modernîteya kapîtalîst rewşa kaos ûtengezariyê dijî. Wê demê êdî ev pergal wek berê nexurt e û hildiweşe, di heman demê de di civakê dealoziyên mezin xwe didin der û hene. Serokatî ji bonavê rewşê got; “Pençeşêr” ango krîza manê û nemanêheye, heta înkarkirin, qirrkirina jiyanê heye. Ber bi mi-rinê ve çûyîn heye ji ber wê, bi hêsanî xilasbûna ji wêjî çênabe. Wê demê mirovatî hatiye qonaxeke wiha kudi encama pergala pênc hezar salî ya desthiladariyêde civak hatiye ber hilweşandineke pirr mezin, hetane tenê civak, xweza jî bi heman xeterê re rû bi rû yebi wateya herî rast, dijminatiya jinê heye (dijîtiya jinê).Di pergala heyî de jin di rewşa koletî û dagirkirîbûnêde ye. Di encamê de pirsgirêka jinê gihîştiye astekepirr cidî û mezin. Lê belê di heman demê de pergal didemên xwe yên herî lawaz de ye. Di rewşa kaosê de

Serokatiyê got; “Sosyolojiya Azadiyê” ji ber ku direwşa kaosê de heger civak bi awayekî rast werê birê-xistinkirin, civak careke din dikare bê avakirin.

Guhertina civakî bi paradîgmaya nû re jiyanî bibe,ew jî li ser sê lingan bi pêş dikeve. Yek, demokrasî;didu, ekolojî; sisê, azadiya jinê. Di vê serdemê de divêjin zincîrên koletiyê biqetîne, xwebûnê bi pêş bixe jiber wê, divê bi çavê azad li dinyayê binihêre. Divêfikrê azadiyê serwer be. Bêguman paradîgma bi kok eû ew şêwaza jiyana me diyar dike. Civaka demokratîk;zindî, ji hêla zanistî ve xurt, azadiya jinê esas digire,rengîn e, exlaqî, bi çanda xwe ve girêdayî, estetîk û ci-vaka bi ewle ye, civaka xurt e, pirsgirêkên xwe çareserdike. Divê civak û xweza di nava têkîliyeke xurt de be,xweza wek dayîk bê dîtin, di nav de dagirkerî tine be.Di pergala kapîtalîzmê de dagirkerî bi xwe re tineki-rina civakî bi pêş dixe.

Şoreşa jinê rizgariya mirovahiyê yeArmanca Sosyolojiya Azadiyê înşakirina Modernî-

teya Demokratîk e. Ev jî esas, avakirina jiyana azad e.Armanc jiyana azad e, lewma pergala kapîtalîzmê lidijî jiyanê ye û jiyanê qetil dike, pê re jî li dijî jinê ye;ev jî bi maneya herî rast mirin e. Jiyan bi tepisandinêre rû bi rû ye, hatiye tinekirin, ji ber vê divê pêşî li vêpergalê bê girtin. Jiyanê ber bi tinekirinê ve dibe; netenê kirêtiyên pergalê hene, lewma bi vî awayî jiyantê qetilkirin. Serokatî dibêje; “Niha insan heye, bi di-rûvê xwe mirov e, lê belê cewher hatiye tinekirin, jinheye lê belê sexte ye.” Niha di cihanê de şer û hovîtîheye, li hemberî mirovatiyê tevkujî heye, xwîn nase-kine. Li ser mirinê pergalên xwe xurt dikin. Ji ber wê,Serokatî di Sosyolojiya azadiyê de got; divê pênga-veke xurt bê avêtin, lewra divê têkoşîneke mezin bêkirin. Heger hovîtî hebe, em ê di jiyana azad de bi israrbin. Di sedsala 21´ê de Serokatî wek dirûşmeyekeesasî dibêje; “Yan jiyan yan barbarî ango hovitî”Adorno jî dibêje; “Bi jiyana çewt, mirov rast najî”. Ewbi xwe jî Cihû bû, got; piştî qirrkirinê nabe, heger qirr-kirin hebe, wê demê hovîtî heye, wê demê di navavan şaşîtiyan de jiyana rast jî nabe. Lê Serokatî wîrexne dike, lewra tenê rexne kirin têrî nake. Bipêşxis-tina alternatîfê girîng e. Pêdîvî heye ku li şûna şaşîti-yan ya rast bê avakirin. Ti elaqeya hovîtiyê bimirovatiyê re tine ye, bêguman bi çanda nêçîrvantiyê

re elaqeya wê heye. Li cihekî ku hovîtî hebe jiyan tineye. Lewra, em nikarin bi vê hovîtiyê re bijîn. Pergalxwe bi xwe nikare biguhere, ji ber wê divê em wêbidin guhertin. “Yan jiyan yan jî hovîtî”! Yan em ê li dijîhovîtiyê bisekinin yan jî di navberê de jiyîn nabe. Disedsala 21´ê de divê Şoreşa Jinê çêbe, lewra pêdîvî bişoreşa jinê ya duyê heye. Serokatî dibêje; “Tenê bi Şo-reşa Jinê re serketin wê çêbe, pergal bê guhertin.”Şer, komkujî, hovîtiyên ku a niha di civakê de hene, dicewhera civakê de tine ne. Şoreşa Neolotîk, şoreşajinê ye ji ber ku kedîkirin û çandinî bi pêş dikeve, ev jîli dor tewereya jinê tê afirandin. Çanda RojhilataNavîn bi barbariyê re rû bi rû ye, lewra divê şoreşa du-yemîn a jinan bi pêş bikeve.

Heqîqeta jinê heqîqeta civakê yeSerokatî dibêje; “Gerdûn di şexsê mirovan de xwest

ku werê ziman û bê dîtin”. Ferqa jiyanê di mirovan detê ziman û di nava mirovan de jî di cewhera jinê de têziman. Bi lêkolîna jinê re li jiyanê tê kolîn. Ji ber vê, diheman demê de Jineolojî zanista jiyanê ye û bipêşxis-tina jiyana azad dike armanc. Ji ber vê yekê, azadiyêbi pêş dixe. Serokatî dibêje; “Jin jiyan azadî”! Ev yekformula efsûnî ye ji ber ku guhertin û veguhertinzindî ye. Bi vê formulê re Jineolojî tê şirovekirin. Li ci-hekî jiyan hebe li wir xuliqdarî û zindîbûn heye. Jiyanbê civak nabe ji ber ku jin û civak ji hev du ne qut in.

Têkîliyên di navbera eşq û Jineolojiyê de zanistekexurt bi pêş dixin. Zanista herî kûr û xurt jî eşq e. Demaku zanist digihîje eşqê, wê çaxê di asta heqîqetê yaherî bilind de ava dibe, ronahî dibe, hîn zêdetir fêmdike, li jiyan û hebûnê hayil dibe. Wateya hebûnê bipêş dikeve, coş, kelecan, kêfxweşî çêdibe, weke kumirov efsûnî dibe, hebûna jinê bi mirovî pirr xweşik têû kela canê mirov radike. Wê demê zindîbûn, hişyar-bûn, kelecan çêdibe; û ev jî eşq e. Dema ku mirov hintiştan keşif dike ango bi hebûna xwe bîrewer dibe,xwe dafirîne ev jî eşqa gerdûnî û civakî ye. Eşq bi za-nist û ronahiyê re têkîldar e. Bi eşqê re azadî tê afiran-din. Xwe gihandina asta eşqê jî maneya wê ew e kumirov di asta herî bilind de bi heqîqetê dijî, ronahîxwe lê dipêçe, dibe fena şewqên rona. Cihana hestanû mêjî vedibe, mirov li cîhê xwe nikare bisekine. Jinnûneriya eşqê dike, ew eşqa civakî diafirînin. Tenê bizanist, felsefe û eşqê, em dikarin azad bibin.

Têkîliyên di navbera eşq û Ji-neolojiyê de za-nisteke xurt bi pêşdixin. Zanista herîkûr û xurt jî eşq e.Dema ku zanist digi-hîje eşqê, wê çaxêdi asta heqîqetê yaherî bilind de avadibe, ronahî dibe,hîn zêdetir fêmdike, li jiyan ûhebûnê hayildibe.

Şehîd Hêlîn Murad▼

Heqîqeta jinê ronahîkirina jiyanê ye

Page 16: Politik - cdn-5b587543f911c8101c180c24.closte.com · Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg G eschäft führer: Ahmet Yücedağ Ver.R

Çwar mindalîTirk û Faris ûEreb û KurdBe her çwaryanWêney piyawêkyan drust kirdYekem; serîDuwem;destîSêyem; leşî û qaçekanîÇwarem; çekî kirde milî.

(Şêrko Bêkes)